Gerîla TV dîmenê çalakiya fedayî ya Sema Koçer weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya fedayî ya Sema Koçer a li navçeya Bazîdê ya Agiriyê weşand ku di encamê de zêdeyî 30 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"Di çarçoveya Pêngava Serketî ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê dewam dike, 31'ê Adarê saet di 05:00 de hevrêya me Sema Koçer li nêzî deriyê sînor ê Gurbûlakê yê navçeya Bazîdê ya Agiriyê, li dijî artêşa Tirk a dagirker ku li ber lûleya gaza xwezayî bû, çalakiyeke fedayî li dar xist. Hevrêya me Sema ku li dijî hêzên dijmin şer kir, li 5 wesayitên zirxî xist ên dest li qadê werdan û tevî lûleya gaza xwezayî wesayitên dijmin teqand û tîmha kir. Di encama teqînê de her 5 wesayitên dijmin bi temamî îmha bûn, zêdeyî 30 ji leşkerên dijmin hatin kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrê Şehîd Alî Piling, Çîçek Botan û Dilgeş Botan hate lidarxistin."