Gerîla TV, dîmenê çalakiya 24’ê Gulanê parvekir

Gerîla TV, dîmenê çalakiya 24’ê Gulanê ya li dijî leşerên li zozanê Gundê Zavîte yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê lidar xistibû, parvekir.

Gerîla TV, dîmenê çalakiya 24’ê Gulanê ya saet 11:00’an a li dijî leşerên li zozanê Gundê Zavîte yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê, lidar xistibû parvekir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyê di daxuyaniyê de ev tişt gotibû: “24’ê Gulanê saet 11:00’an, hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li zozanên Gundê Zavîte yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bibûn çalakiye lidar xistine. Di çalakiya bi çekên giran û ferdî bi awayekî xurt hate lidarxistin de, 4 leşker hatin kuştin û 8 jî birîndar bibûn.  Dîsa heman rojê saet 16:45’an hêzên me, wesayîta zirxî ya li Girê Çeperê Şêxan bi çekên giran bi awayekî xurt hatibû lêxistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî hate rûxandin û 3 leşker hatibûn kuştin. Ev çalakiya ku hate lidarxistin ji bo bîranîna hevrêyê me Şehîd Bedran Gundikremo hatiye lidarxistin.”