BI DÎMEN

Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyan weşand

Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên sûîqestê weşand ku li Zapê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker hatin kirin.

ÇALAKIYÊN SÛÎQESTÊ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyan ev agahî dabû:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

23'ê Mijdarê saet di 12:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

3'ê Çileyê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran hate xistin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin."