Gerîla TV çalakiyên bi çekên giran da

Dîmenên çalakiyên bi çekên giran ku bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê gerîlayan li dijî êrîşên Tirk kirin, hate weşandin.

Di dîmenan de ku Gerîla TV daye çalakiya bi rokêtên hawanan xuya dike. Dîmen ji çalakiyên demên cuda hatiye berhevkirin.

Di vîdeoyê de ku 2 deqe û nîvan dom dike çalakiya bi hawanê bala mirov dikişîne û li cihekî beriya ku hawan were avêtin gerîlayek ji bêtêlê re diaxive û dibêje, ''Serfirazî ya me ye''

Piştî deqeya duyan tê dîtin ku li ser girekî leşker kom bûne û rokêt li nav wan dikeve. Tê dîtin ku piştî teqînê gelek leşker direvin.