Gerîla li Sîdeka, Barzan, Şemzînan û Xarpêtê lê da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiyên gerîla de yên 29-30'ê Gulanê herî kêm 11 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya sê gerîlayên 21'ê Gulanê li Dersimê şehîd bûn eşkere kir.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla ev agahî hatin dayin:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Li gorî vê yekê;

LI SÎDEKA Û LÊLÎKANÊ ÇALAKIYÊN GERÎLA

29'ê Gulanê saet 17:45'an, hêzên me yên YJA Starê li leşkerên dijmin ên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Sîdekayê ya li Başûrê Kurdistanê xistin. Di vê çalakiya sûîqestê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

30'ê Gulanê saet di navbera 12:30-17:30'î de hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerên li ser girê Lêlîkanê çalakiyên sûîqestê kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

29'ê Gulanê saet 15'an, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Ronahî yê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi balafirên şer bombe li herêmê barand.

5 LEŞKER LI BARZANÊ HATIN KUŞTIN

Hêzên me roja 30'ê Gulanê saet 07:30'î, li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li mintiqeya Tepê Xwedê ya li herêma Barzanê çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de çepera ku leşker lê bûn bi temamî hate rûxandin û bi qasî hate tespîtkirin 5 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.

DRONEYEK HATE XISTIN

Hêzên me heman rojê saet 15'an, li qada Cîlo yê biçûk a li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, li dronekê xistin û drone anîn xwarê.

LI ŞEMZÎNANÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Yekîneyeke dijmin ku ev demeke li girê Kelebekê yê navbera gundên Kola û Dêmanê yê navçeya Şemzînanê bi cih bûye, ji aliyê hêzên ve hatin kontrolkirin. Û 30'ê Gulanê saet 19'an hêzên me li vê yekîneya dijmin xistin. Bi derbên ku ji nêz ve li yekîneya dijmin hate xistin, 3 leşker hatin kuştin.

ÇALAKIYA LI SER RÊYA ÇEWLIG-XARPÊTÊ

30'ê Gulanê saet 09:50'î, hêzên me li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî ya artêşa TC a dagirker li nêzî gundê Çeken ê li ser rêya Çewlig-Xarpêtê çalakiyeke sabotajê kirin. Derb li wesayita zirxî hate xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kir. Ev operasyon heman rojê saet 14'an bi rengekî bê encam qediya.

LI DERSIMÊ 3 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

21'ê Gulanê, dijminê dagirker li girê Şahîn û derdora wê yê li Dersimê bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov, balafirên er û helîkopterên bi tîpa kobra dest bi operasyoneke berfireh kir. Ji ber operasyonê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî dijwar qewimî. Şer du rojan dewam kir û di encamê de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Di şer de 3 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Çiyager Koçer
Nav paşnav: Mehmet Caymak
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Bedîa-Mikaîl
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Gulana 2018 / Dersim

Nasnav. Hebûn Farqîn
Nav paşnav: Mehmet Şîrîn Bîlîr
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Reyhan-Recep
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Gulana 2018 / Dersim

Nasnav: Mervan Arjîn
Nav paşnav: Abdulazîz Temîzsoy
Cihê jidayikbûnê: Xarpêt
Dayik-Bav: Emîne-Cemîl
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Gulana 2018 / Dersim