Gerîla li leşkerên derketin operasyonê dan: Zêdeyî 20 mirî

Nûçegihanên ANF'ê yên li herêmê şer dişopînin gotin, li herêma Barzanê 11, li Cîlo jî 10 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Li dijî artêşa Tirk ku li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê zêdegaviyê dike, çalakiyên gerîla dewam dikin.

Li gorî agahiyên ji aliyê nûçegihanên ANF'ê yên li herêmê ve hate ragihandin, li hemberî artêşa Tirk a ku hewl dide herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê dagir bike, li Girê Botinî çalakî hate lidarxistin. Çalakî duh danê sibehê saet di 05:00 de pêk hat û hat ragihandin ku 11 leşkerên Tirk hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne.

Piştî çalakiya gerîla, ji hewayê ve bombe li herêmê hate barandin û ev êrîş hê jî dewam dike. Balafirên şer ên Tirk bombeyan li qada Mam Reşo ya li herêma Avaşînê barandin.

Wekî din, li hemberî leşkerên Tirk ên li herêmên Oremar û Sumbul ên Colemêrgê derketin operasyonê çalakî hate lidarxistin. Çalakî li dijî qereqola Perîxane ya li herêma Cîlo pêk hat. Di çalakiyê de ku danê êvarê saet di 18:00 de hate lidarxistin, gelek çeper hatin rûxandin û herî kêm 10 leşker hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, di dema şer de têkilî bi du gerîla re hatiye birîn.

ÇELÊ

Hêzên gerîla duh saet di 11:00 de, bi li qereqoleke li Çelê dan û gelek roket li avahiya qereqolê ketin.

Balafirên şer ên Tirk jî duh bi şev saet di 23:00 de, bombe li herêma Xeregol a li navçeya Çelê ya Colemêrgê barandin.

HPG'ê li ser mijarê hê daxuyanî nedaye.