Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina herêma Bradostê didomin

Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê didomin. Gundên ku bi hezaran sivîl lê ne bûne hedefa êrîşan.

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, artêşa Tirk berevajî demên bihurî vê carê ji bo li herêma Bradostê bi rengekî mayinde bi cih bibe êrîşên xwe zêde kiriye. Êrîş bi çek û teknîka giran tê kirin. Ji ber êrîşê heta niha gelek gund hatine valakirin.

Li vê herêma ku di kontrola PDK'ê de ye bi sedan gund hene. Êrîş û bomberdûmana tê kirin gefê li jiyana bi hezaran mirovên li gundên vê herêmê dijîn dixwe. Leşkerên Tirk ên dagirker dor li gelek gundan girtine.

HELWESTA PDK'Ê

Gel ji rewşê nerazî ye, lê PDK'ê heta niha li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek jî nedaye. Gelê li herêmê vê bêdengiya PDK'ê weke 'hevkariya vê êrîşê' dibîne.

KCK'Ê HIŞYARÎ DABÛ

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê duh daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku êrîş bi bahaneya li dijî PKK'ê tê kirin, lê belê armanc ji êrîşan tinekirina hemû destketiyên Kurd û Kurdistanê ye.