Gerîla li Dersimê li leşkeran da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîla li leşkeran dane yên ku kemîn danîne. HPG’ê diyar kir ku di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiya li Dersimê û bomberdûmana li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“ Di 3’ê Hezîranê de li nêzî Pira Şoşveng a Pilura Dersimê hêzên me yekîneyeke artêşa dagirker xistine bin kontrola xwe ya ku kemîn danîne. Hêzên me demeke dirêj ev yekîne şopandine û di saet 18.00’an de ji nêz ve li vê yekîneyê dane. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Lê hejmara leşkerên mirî û birîndar gelekî zêde ne.

BOMBERDÛMANÊN LI SER QADÊN GERÎLA

Di 3 û 4’ê Hezîranê de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker geliyên Dola Çil û Çar û ya Şêxzade bomberdûman kirine.

Di 5’ê Hezîranê de jî ji sibehê heta êvarê balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Geliyên Dola Çil û Çar û Şêxzade bomberdûman kirine. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi qadê ketiye. Pêşmergeyên bi navê Hoşawî Mîkael, Mahacir Mîkael, Azîz û Cabir Halîl Suleyman birîndar bûne. Artêşa Tirk a dagirker bi qestî li van pêşmergeyan dane. Artêşa Tirk bi van bomberdûmanan dixwazin kes li vê herêmê nemînin û çavê gelê me yê Başûrê Kurdistanê ditirsîne. Artêşa Tirk a dagirker êrîşî sivîlan dike û careke din dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan diyar kiriye. Em şifaya xêrê ji van mirovan re dixwazin.

Li herêma Zapê jî di 2 û 3’ê Hezîranê de saet di 22.00’an de balefirên şer qada Kûnîşkayê bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmana di 2’ê Hezîranê de 2 hevrêyên me şehîd bûne. Em ê piştre nasnameya hevrêyên xwe yên şehîd ji raya giştî re ragihînin.

Di 4’ê Hezîranê de jî saet di navbera 22.30-23.00’an de balefirên şer Qada Şehîd Rustem bomberdûman kirine.

Li herêma Garê jî; Di 5’ê Hezîranê de saet di 09.30’an de derdora gundê Ergenê hatiye bomberdûmankirin. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye û xisar gihiştiye bax û baxçeyên gel.”