Gerîla Huseyîn li çavên xwe çûbû

Gerîla Huseyîn, çawa ku çavên wî bi rengekî wekhev hezkirin li her kesî belav kir, di hevrêtiyê de jî cihêkarî nedikir û ji her kesî hez dikir. Bedew bû, mîna çavên xwe.

Tu tê bîra min. Hinekî şermokî, rû li ken, dilnizm û dilê xwe mîna bahozekê bû. Bi gerîla Huseyîn re tiştek hebû ku qet winda nedibû. Ew hilgirekî bedew ê nirxên destpêkê bû. Huseyîn gelekî bedew bû. Mîna çavên xwe bû. Gerîla Huseyîn, çawa ku çavên wî bi rengekî wekhev hezkirin li her kesî belav kir, di hevrêtiyê de jî cihêkarî nedikir û ji her kesî hez dikir. Gerîla bû Huseyîn. Çi diviya bû, gerîla Huseyîn ew bû.

Ji roja ku te gotin li min kiriye emanet, zanim ku divê li ser te binivîsînim. Bi wî rûyê xwe yê li ken ê şermokî tu tê bîra min. Baranê lê dikir, li derve bûm ji bo dîmenê wê bedewiyê bikişînim. Tu jî li binê darekê sekinî bû, li pişta te barekî giran ber bi jorê ve rapelidikî. Min berê kamerayê da te, tu keniya. Tu li kenekî, ken jî li kamerayê asê man; ez jî li dilopên xwêdana ji eniya te diherikî asê mabûm. Wê kêliyê ku bala min li nirxên gerîla bû, bi dengê te ji nû ve zindî bûm. Te got, "Ez ê biçim çiyayên bakur, dibînî; ez xwe hîn dikim." Te got, "Rêbertî dibêje berê xwe bidin bakur." Ev gotinên te hînê li bîra min in. Kêliya beriya rêwîtiya ber bi bakur ve jî tê bîra min. Bi baweriya bereketa baranê ku bala min li ser te bû, te baweriya min a ji bo serketinê nû kir. Tê bîra min ku te qet ji hevrêyên xwe re nedigot 'Na', bi rûkenî silav dida her kesî û heq ji her pirsgirêkê derdiket.

Bihar bû, di nava bedewiya şênkahiyê de gelek gerîla li binê daran rûniştî bûn. Bala min çû ser yekî li herî dawiyê rûniştî û rû li ken bû. Bi heyranî li hevrêyê xwe guhdarî dikir ku qala bîranînan dikir. Dît ku ez lê dinerim û bi rûkenî rabû. Got, 'Ez zanim ku tu hatiye dîmenê me bikişîne, ez amade me, kameraya xwe veke'. Hevrêyên te hemû keniya bûn. Min jî yekser kamera vekir. Li bendê bûm ku gerîla Huseyîn hesreta xwe ya li bakur, mîna her gerîlayî bîne ziman. Li pêşiya kamera ew çend deqeyan sekinî. Bi sebir e jî li bendê bûm ku tiştekî bêje. Min zanîbû, ku bêyî herikîna avê gemarî bike, bêyî şopê li tehtan deyne, bêyî wan biêşîne, bi narîniyeke mîna ewran wê biaxive. Min ê jî lê guhdarî bikira û xwe bigihanda sohbeta di pirtûkên berê yên gerîla de dihate gotin. Gerîla Huseyîn bi sebreke mezin gotin di dilê xwe de dineqişand. Qala bedewiyê dikir.

Gerîla Huseyîn Başkale, beriya dest bi rêwitiya ber bi çiyayên Bakur bike, hevokên xwe li gerdûnê belav dikir. Di her gotina xwe de mineta xwe pêşkêşî PKK'ê dikir ku ew mezin kir, ked da wî, jiyana azad û nû da wî. Qalê dikir ku ew bi eşqa azadkirina Rêbertî bi tolhildanê tijî ye, qala hêrsa xwe ya li dijî dijmin dikir. Her ku ew diaxivî mirov bilindahiya PKK'ê bêhtir didît. Gerîla Huseyîn ev bû. Bi rastiya xwe, bi sekna xwe, bi karakterê xwe.

Gerîla Huseyîn diçû çiyayên Kurdistanê. Mîna ava ku li teht nakeve dimeşiya li gel hevrêyên xwe. Ew, dengê wî, gotinên wî tên bîra min. Rêya te vekirî be gerîla Huseyîn Başkale.