Gerîla Farqîn: Em ê derbê li dewleta Tirk û alîkarên wê bixin

Gerîlayê HPG’ê Dilgeş Farqîn bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk û got: “Em ê derbên giran li dewleta Tirk û alîkarên wê bixin.”

Gerîlayên di çeperên Pêngavên Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan û Cenga Xabûr de cih digirin peyamên serketinê didin. Gerîla diyar dikin ku wê bi ser bikevin.

Gerîla Dilgeş Farqîn bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet a dewleta Tirk û tecrîda ne mirovî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Tecrîdekî girankirî li ser Rêber Apo tê ferzkirin. Dijminê mirovahiyê û gelê Kurd, desthilata AKP û MHP dixwaze bi rêya vê tecrîdê mirovahiyê bêdeng bike. Ji ber Rêber Apo di Rojhilata Navîn û cîhanê de deng û rûmeta herî bilind ya mirovahiyê ye. Ji ber wê faşîzma dewleta Tirk di kesayeta Rêber Apo de êrîşê xwe yê berfireh li ser mirovahiyê pêk tîne.”

‘EM Ê DIFNA WAN BI ERDÊ RE BIXIŞÎKININ’

Farqîn qala berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serketina gerîla ya dîrokî kir û wiha pêde çû: “Di hevdîtina dawîn de ya bi rêya telefonê ku hat birin jî helwesta Rêbertiya me li dijî tecrîdê careke din diyar bû ku li hemberî faşîzma AKP û MHP berxwedaneke ji her alî ve pêwîst e. Bi berxwedanê jî serketin tê bidestxistin. Em hêzên gerîla, em ê şopdarên helwesta Rêber Apo bin û polîtîkayên şerê taybet ku hewil da bi rêya axaftina çend deqîqeyan berxwedana gelê Kurd bitepsîne, em ê li dijî wê tekoşînê bilind bikin. Em ê derbên herî mezin li dewleta Tirk û alîkarên wê bidin. Em ê difnê wan bi erdê re bixişkînin. Em ê li dijî tecrîda girankirî berxwedan û helwesta Rêber Apo esas bigrin û çeperên berxwedanê bi serkeftinê tacîdar bikin.”