Gerîla bersiv da êrîşa li dijî dayikên Kurd: 14 leşker mirin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî zilm û êşkenceya ku hêzên dewleta Tirk li dayikên Kurd kirin, çalakî pêk anîn. Li Îdir û Sîdekanê di çalakiyan de 14 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên li Îdir û Sîdekanê daxuyaniyek da.

BERSIV JI ÊRÎŞÊN LI DIJÎ DAYIKÊN KURD HATE DAYIN

Daxuyanî wiha ye: "Sibeha 24'ê Nîsanê (doh) saet 06:00, li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser girekî li ber Qereqola Aydinlar a Îdirê, hêzên me çalakiyek pêk anîn. Çalakî, di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li eyaleta Serhedê didome, weke bersivek li dijî zilm û êşkenceya li dayikên Kurd tên kirin, bi taybetî li Gebzeyê, li hemberî leşkerên li ser gir hate kirin. Di çalakiyê de derb li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Reo ku ji ser gir diçû qereqolê û hêzên dijmin ên li ser gir hate xistin. Ji cihekî nêz ve bi sekvaniyê ajokarê wesayita zirxî hate bêbandorkirin û ji cihekî nêz ve li leşkerên dixwestin ji wesayitê birevin hate xistin. Wekî din hêzên me derbên giran li çeper û stargehên hêza dijmin a li ser gir xistin. Dijminê li ser gir nekarî bersivê bide hêzên me û reviya. Bi giştî 11 leşkerên dijmin hatin kuştin, 10 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi piştgiriya helîkopterên Kobra û balafirên keşfê leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji cihê bûyerê bir. Di şer û bomberdûmanê de zerar negihişt hêzên me.

LI SÎDEKANÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, 24'ê Nîsanê (doh) piştî nîvro saet 14:00 hêzên me li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser Girê Kevortê yê li bajarokê Sîdekanê yê Başûrê Kurdistanê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çepereke dijmin a ku 5 leşker tê de bûn hate xistin. Di encamê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Hêzên dijmin piştî çalakiyê bi çekên giran bombe li derdorê barandin. Saet 16:00 jî balafirên şer bombe li qada Kevortê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me."

LI GARÊ Û AVAŞÎNÊ ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

HPG'ê ragihand, balafirên şer ên artêşa Tirk 24'ê Nîsanê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin û diyar kir, "Bi roj saet 10:00 derdora gundê Gisê yê Garê û saet 16:10'an jî qada Mervanûs a Avaşînê bomberdûman kirin.

Bomberdûmanê zerar neda hêzên me, lê xisara madî li bax û baxçeyên gundiyên gundê Gisê bû."