Gerîla: Armanca me mezin e, lê em jê re amade ne

Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, ew amade ne ku sala 2018'an komployê ji hev bixin û ji aliyê fîzîkî ve Ocalan azad bikin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera komploya 15'ê Sibatê ji ANF'ê re axivîn.

Gerîlayê HPG'ê Akî Yilmaz destnîşan kir ku ji bo zîhniyeta komploger bê şikandin û modernîteya demokratîk û jiyana azad bê avakirin divê her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û bi vî ruhî xwedî li Ocalan derkevin.

Gerîlaya YJA Starê Nûcan Serdoz jî bi bîr xist ku komplo ne tenê li dijî Rêberê Gelê Kurd Ocalan hebû û got, bi rêya vê komployê xwestin qirkirina Kurdan temam bikin. Serdoz diyar kir ku bi berxwedaneke îdeolojîk û felsefîk pêşî li komplogeran hate girtin û got, "Em esareta fîzîkî ya Rêbertî qebûl nakin. Ji bo vê ya pêwîst çi be em ê wê bikin. Em bi biryar in ku sala 2018'an vê komployê têk bibin û ji aliyê fîzîkî ve Rêberê xwe azad bikin. Ji bo pêkanîna vê armanca xwe em ji erk û wezîfeyên xwe re amade ne."

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Amed jî bi bîr xist ku Ocalan gotiye, "Şoreşa herî mezin şoreşa zîhniyetê ye, nêrînên min li ku be ez jî li wir im" û got, "Nêrînên wî êdî li her derê ne. Eger em wî rast fêhm bikin, em ê bi ser bikevin."