Gerîla Îsyan qala rewşa Rojhilatê Kurdistanê kir

Gerîla Îsyan ev 6 sal in li Rojhilatê Kurdistanê ye. Bi coşa çirûska li Banê pê ket, xwe amade dike ku cihê xwe di nava serdema nû de bigire. Îsyan qala rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir.

Îsyan Mûnzûr ji Ewropayê tevlî nava refên gerîla bûye. Weke ku ji navê wê jî tê fêhmkirin, xewn û xeyala wê ew e ku li Dersimê bibe gerîla. Sala 2011'an, dema ku li Qendîlê di perwerdeya şervanên nû de ye, tîna agirê şoreşê ya li Rojhilat dibe sedem ku xewn û xeyalên xwe yên li Dersimê ji bo wextekê taloq bike û berê xwe bide Rojhilatê Kurdistanê.

Ev 6 sal in li Rojhilat di nava pratîkê de ye. Serhildana Banê, ji Aryen TV bi kelecaneke mezin dişopîne. Dema ku nûçe diqede, xwe nêzî wê dikim. 6 salan li Rojhilat timî di karê leşkerî de ma ye. Arşîva xwe ya şexsî ya ji wêneyên li Rojhilat kişandiye, nîşan dide. Herî zêde li Mamxuran û Serdeştê maye, lewma ji wan deran gelekî hez dike. Di her wêneyekî de sivîlek li gel wê ye. Jê dipirsim, ku bi rastî jî gelek mirov ketine jiyana wê? Dibêje. "Gelê Rojhilat gelekî welatparêz e. Têkildarî dîroka xwe gelekî serwext e û piştgiriyeke xurt dide gerîla. Bi her mirovê ku min nas kir, hem dilsoziya min, hem jî hişmendiya min xurt bû. Ez ketim nava jiyana wan, ew ketin nava jiyana min, ev meseleyeke hinekî tevlîhev e." Û em dest bi sohbetê dikin.

HEWLDANÊN REJÎMÊ YÊN JI BO ÇAVTIRSANDINÊ

"Kurdistan kirine çar parçe. Ev parçekirin bi demê re ji parçekirin axê derbasî parçekirina mejî bûye. Ji ber ku nehiştin ku em aliyê din ê sînor bibînin, ev bû sedem ku ew ji cîhana me derkevin. Mînak; em Rojhilat û gelê wê gelekî kêm nas dikin. Dema qala Rojhilat tê kirin, kiryarên sîxuriyê yên bi navê Besîc, zexta li jinê û îdam tê bîra mirovan. Ev yek tabloyeke ku rejîma Îranê dixwaze di mejiyê mirovan de bi cih bike. Hewl dide tirsê berde nava dilê mirovan. Naxwaze dengek biçe derve ya jî ji derve bê hundir. Ji ber ku wê hingî efsûn xera bibe. Lewma dixwaze tişta ku rê li ber tirsê vedike bê bihîstin. Mîna ku haya wan jê nîne, bê destûra wan hatiye kirin.

EV ZÊDE NAYÊN ZANÎN

Gel ji zext û pêkanînên rejîmê ne razî ye, qebûl nake. Ji ber vê yekê her roj çalakiyan li dar dixe. Bi xurtî tevlî nava refên gerîla dibe. Bi taybetî jin gelekî çalak in. Nakokiya Soran, Kurmanc a ku ji bo Kurd nebin yek hate afirandin, bi karê PJAK'ê ji holê rabûye. Ciwan, tevî ku ji zanîngehê mezûn bûne, ji bo nebe Besîc dibêjin, 'li şûna ku bibin noker, ez ê bibim şivan' û bi rastî jî dibin şivan. Balkêş e, lê mirov zêde bi vê rastiyê nizane."

DEWLETEKE SÎXUR E

Zehmet e mirov bawer bikin, lê bi rastî jî li Rojhilat gelek kolber û şivan ji zanîngehê mezûn bûne. Xala ku herî dawî destnîşan kir, bala min kişand. Li gorî axaftina wê rastî wiha ye: Îran dewleteke sîxur e. Ji bo parastina xwe, nahêle tiştek derkeve derve. Gelek aliyên xwe yên hesas hene, ku tiştekî biçûk ji dest berde, wê bi erdê re bibe yek. Bi vê zane. Ji ber vê yekê dek û dolaban digerîne. Îran ku kevneşopiya yek ji dewletên herî kevn temsîl dike, ji xwe taybetmendiya xwe ya herî tê naskirin, ev e.

TIRSA DILÊ DEWLETÊ

Ya ku herî zêde jê ditirse jî Kurdistan e. Ji ber ku hem bi karakterê xwe yê raperîner, hem jî bi sekna xwe ya bi rûmet timî di nava lêgerînekê û helwesteke dijber de ye. Piştî ku tevgerkee azadîxwaz a mîna PJAK'ê li vê rastiyê zêde bû, ev yek bû tirsa dilê dewleta Îranê. Ji bo pêşî li vê bigire, bêhtir giranî da ser zext û zordariyê. Zext û zordariyê jî hê bêhtir rê li ber tevlîbûna li nava gerîla vekir. Rêxistinbûn gav bi gav zêde bûye. Bi Şoreşa Rojava re raperîna li Rojhilat hîn bêhtir gurr û geş bû.

XEFIKA 'SORAN-KURMANC'

Dewlet her wiha bi afirandina nakokiya Soran-Kurmanc hewl dide pêşî li yekîtiyê bigire. Di pirtûkên dibistanê de Soran weke 'medenî', Kurmancî 'hov' tên nîşandan. Li herêmên Kurmanc, ku li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye û nêzî gerîla ye, kolberî weke şensê yekane tê hiştin. Bi PJAK'ê re ev nakokiya sûnî bi giranî ji holê hatiye rakirin. Dewlet bi xwe jî li pêşberî vê hêza PJAK'ê mat maye. Ji ber ku vê yekê rê li ber zêdebûna tevlîbûna li nava refên gerîla anî.

PIŞTRE PJAK HATE QEDEXEKIRIN

Îsyan anî ziman, ku piştî tevlîbûn zêde bû, dewletê bi rengekî fermî ev daxwaz kiriye; 'tevlîbûnan bisekinînin, hûn çi bixwazin em ê bikin'. Min jî jê pirsî, 'we çi ji wan re got?'. Îsyan jî anî ziman, ku wan bi zêdekirina tevlîbûnê bersiv dane û di encamê de jî PJAK hatiye qedexekirin.

HIŞYARIYA JINÊN JI ROJHILAT

Gerîla Îsyan di dewama axaftina xwe de bi bîr dixîne, ku li Rojhilatê Kurdistanê zewaca di emrê zarokatiyê de zêde ye, lê belê li herêmên nêzî qadên gerîla, gelek kes di şeva dawetê de reviyane û tevlî gerîla bûne. Çîrokên şiyarbûna jinê ku di salên 90'î de li Bakur rû dan, niha li nava jinên Rojhilatê Kurdistanê heye.

ROLA CIVAKÎ YA JINÊ

Em ji vê derê derbasî zexta li jinê tê kirin dibin. "Bi rastî jî li gelemperiya Îranê zexteke giran li jinan tê kirin. Lê li Rojhilat cihê jinan di nava civakîbûnê de gelekî girîng e. Mînak; eger tu dayika malê bi rêxistin bike, deriyê wê malê li te vedibe. Nêrîna jinê tê qebûlkirin, girîng tê dîtin. Gerîlayên jin, di kar de hê bi avantaj in. Hê zû û bi xurtî tên qebûlkirin. Tevî ku dewlet hewl dide bi darvekirina Şîrîn Elemhûlî û gefa li Zeynep Celaliyan re pêşî li vê rastiyê bigire jî, gel rê nade vê."

KOÇA MEJÎ Û NARKOTÎK

Gotinê tîne ser koça mejî û bikaranîna narkotîkê. "Tiştekî balkêş e. Lê Îran a ku li derve ewqasî girtî ye, welateke ku herî zêde mirov jê direve Ewropayê. Her wiha li ciehkî ku ewqasî zext û zordarî tê kirin, bikaranîna narkotîkê di nava ciwanan de roj bi roj zêde dibe. Ev her du mijar jî bi kêrî dewletê tê. Ji xwe dewlet vê polîtîkaya xwe berfireh dike."

HEVPARIYA DAXWAZ Û BERXWEDANÊ YA GELAN

Îsyan tîne ziman ku dewlet demeke dirêj e hewl dide gelan li ber hev rake û dibêje, "Berxwedana Bellûciyan a li hemberî kiryarên dewletê, israra Kurdan a di jiyana bi rûmet de, daxwaza azadiyê ya jinan û bendewariya gelan a ji bo guhertina sîstemê, caray ekê ye ewçend bi zelalî û di heman demê de digihêjin hev."

Xuya ye gelên li Îranê dijîn hemfikir in ku ev zordarî, înfaz, darvekirin, polîtîkaya jinedîtî hatina jinê û xizanî, pirsgirêka sîstemê ye. Vê carê, berxwedan bi şêweyên cuda û li cihên cuda jî be, hevpar dibe. Ji ber vê yekê şensê serketina berxwedanê zêde ye. Dibe ku rê li ber şoreşekê jî veke. Şoreşa Rojava faktorekî girîng e ku bandorê li vê dike.
Dewlet bi dayina hin tawîzan û bi zext û zordariyê hewl dide pêşî li vê bigire. Lê divê ev yek yek were zanîn. Dewleta Îranê hem li hundir, hem jî li devre hilkumî ye. Ji bo vê rewşa xwe ya leqiyayî veşêre, hewl dide. Lê ev hewldan bi kêr nayên. Di rojên pêş de dibe ku bûyerên vê rastiyê piştrast dikin, biqewimin.

BI PÊŞENGIYA KURDAN DIZANE

Çirûska di rojên dawî de li Banê pê ket dipirsim. Îsyan destnîşan dike, ku ev yek dawî li tirs û xofê tîne û dibêje, "Hin nirxên Kurdan hene. Dema ku dest dirêjî wan nirxan were kirin, ev nayê qebûlkirin. Ji bo gelê Rojhilat, jiyana herî baş, berdêla xwe çi dibe bila bibe jiyana bi rûmet e. Ji ber vê yekê pêwîstî bê hebe, ji dayina berdêlan xwe venagire. Eger ev pêl rabe, bi hêsanî nikare bê daxistin. Rewş jî niha bi vî rengî ye. Bawerim dewlet jî tedbîrên xwe digire. Dizane ku wê pêşengê şoreşeke li Îranê, Kurd bin. Ji niha ve dewlet bi bê Kurd hiştinê re hewl dide 'xeteriyê' biçûk bike."