Gerîla Çiya: Em hemû berpirs in

Gerîlayê HPG'ê Çiya bal kişande ser giringiya têkoşînê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir divê zirar negihije ser neynûka girtiyan û got, ''Em hemû berpirs in.''

Gerîla Derwêş Çiya got divê her kes li gorî vê realîteyê tevbigere: ''Heta ku tecrîda li ser Rêbertî neyê şikandin zext û faşîzma li ser civakê kêm nabe.''

Gerîlayê HPG'ê Derwêş Çiya têkilî grêva birçîbûnê ya girtiyên PKK'yî û PAJK'î axivî.

Çiya diyar kir li gel tecrîda giran, zexta psîklojîk a şerê taybet û êşkenceyê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedaniyeke mezin dide û hildiberîne. 

Çiya got li zindanan, girtiyên ku zilm û zordarî li wan tê kirin ne bêgav in, xwe dispêrên ser dahatuya berxwedanê ya PKK'ê û bi rengekî birûmet li ber xwe didin. Çiya got, ''Ev ne tiştekî biçûk û hêsan e. Divê her kes bi çavekî cidî li vê binere. Divê her Kurdek ji xwe bipirse, ''di şertên wiha de çima dikevin grêva birçîbûnê'. Rabûna li dijî tecrîdê, ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye, ji bilî Kurdbûnê, pêdiviyên mirovî ye. Ji bovê divê her kes bi hurmet nêz bibe û xwedî lê derkeve.''

Gerîlayê HPG'ê Derwêş Çiya got ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo ku zirar neyê ser neynûka gritiyan girîng e ku mirov têbikoşe. Çiya got, ''Em hemû berpirs in. Heta ku tecrîda li ser Rêbertî ranebe zext û zordariya li ser gel û faşîzm kêm nabe. Divê her kes li gorî vê rastiyê tevbigere.''