Gelo jendermeyan zemîn ji komkujiya li Sêwerekê re amade kir?

Der barê komkujiya li Sêwerekê agahiyên nû derketin holê. Şêniyên taxê diyar kirin ku beriya komkujiyê jendermeyan avêtine ser malê.

Di 15'ê Hezîranê de Birayê Parlamenterê AKP'ê Zulfikar Îzol bi ser Gundê Çeltîk ê Navçeya Sêwerekê de girtin û ji malbata Îzol 4 kes kuştin. Di bûyerê de Hakki û hevjîna wî Zozan, Meral û Serdar Îzol jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî bûyerê agahiyên nû derketin holê.

Welatiyê gund diyar kir ku berî Xizmên Parlamenterê AKP'ê Zulfîkar Îzol bi ser malê de bigirin eskeran bi ser malê de girtine û lêgerîna çekan kirine. Welatî destnîşan kir ku piştî esker ji gund dûr ketin Birayê Zulfikar Îzol Cîhan Îzol û komek pêre bi çekan di 15'ê Hezîranê de bi ser gund de girtine.

Hat diyar kirin ku Cîhan Îzol di serdegirtinê de 4 kes kuştin. Li aliyê din ji mextûran 2 kes jî hatin girtin.

Piştî Cîhan Îzol û koma pêre bi ser malê de girtin û 4 kes kuştin, ji malata hatin kuştin Mehmet Metin Îzol û Yusuf Rojhat Îzol hatin binçavkirin û piştre li Edliyeya Sêwerekê bi îdîaya "Hewl daye mirovan bikuje" hatin girtin.