Gelo AKP wê ji Afganan artêşeke cerdevanan ava bike?

Dewleta Tirk di dema dawî de bi hezaran penaber anî Colemêrg û Wanê. Fikar tên kirin, ku ev penaber ji bo guhertina demografiya herêmê bên bikaranîn.

Dewleta Tirk, ji bo guhertina nifûsa Colemêrgê bi hezaran penaber anî bajarokê Rûbarokê yê navçeya Şemzînanê. Penaber ev 4 meh li bin konên li hewşa Tabûra Jendermeyan a Rûbarokê tên hiştin. Her roj bi sedan penaber tên Wanê. Li Wanê û bajarên derdoa wê kampên ji konan tên avaikrin û ev penaber li wir tên bicihkirin.

AKP, bi şerê ku li Kurdistanê dike, ji bo guhertina nifûsa herêmê penaberan li herêmê bi cih dike. AKP'ê, ku bi hezaran penaber li gelek bajarên Kurdistanê bi cih kir, niha jî dixwaze demografiya Colemêrgê biguherîne. Li Tabûra Jendermeyan a Derecîkê ya li navenda Rûbarok a navçeya Şemzînanê, bi qasî 5 hezar penaber hene. Penaberên ji Sûriye, Afganîstan, Îran û gelek welatên din hatine, ev 4 meh li binê konên li hewşa tabûrê ne.

Axaftina bi van penaberan, têkilîdanîn û kişandina wêneyên wan qedexe ye. Welatiyên ji Colemêrgê dibêjin, AKP ji bo nifûsa Colemêrgê bi taybetî ya Şemzînanê biguherîne, penaber aniye.

PÊLA PENABERAN A BER BI BAJARÊN KURDISTANÊ VE

Beriya niha rayedarên hikumetê dabûn xuyakirin, ku 3 mîlyon penaber li Îranê li benda hatina Tirkiyeyê sekinîne û piştî vê daxuyaniyê, pêla penaberan a ji Îranê ber bi Tirkiyeyê ve dest pê kir, dewam dike. Piştî vê daxuyaniya hikumetê, bi sedan penaber her roj tên gelek bajarên Kurdistanê bi taybetî Wanê. Beşek ji penaberên hatin li bajarên li herêmê hatin bicihkirin, beşek jî ber bi bajarên rojava yên Tirkiyeyê ve tên şandin. Di mehên dawî de balkêş e penaber bi rengekî komî tên otogara Wanê.

Bi sedan penaberên ji Afganîstanê, bi taybetî yên ciwan û bi eslê xwe Tirk in, li kampa ji konan a li dora Çiyayê Suphanê yê Bedlîsê tên bicihkirin.

Ev karê AKP'ê hewldanên ji bo guhertina nifûsa bajarên Kurdan a salên 1930'î tîne bîra mirovan.

GEL JI POLÎTÎKAYA AKP'Ê NERAZÎ YE

Welatî destnîşan dikin ku ev lîstikên qirêj ên AKP'ê wê bi ser nekevin û vê nirxandinê dikin:

"AKP bi salan e ji bo valakirina Kurdistanê û guhertina demografiya wê serî li her şêwe lîstikên qirêj dide. Lê her carê li bin ket. Zozanên me, gundên me, çiyayên me li me qedexe kir. Piştî ku di vir de bi ser neket, hewl da herêmê ji mirovan xalî bikin. Lê belê gelê Colemêrgê ev der vala nekir. AKP û Erdogan ku lîstikên wan bi ser neket, niha jî mirovên ji derve tînin û hewl didin li herêma me bi cih bikin. Armanca van, guhertina nifûsa herêma me ye. Çi dikin bila bikin, wê bi ser nekevin. Bi hezaran penaber li hewşa tabûra jendermeyan e. Di nava germa dijwar de ewqas mirov li binê konên bêkêr tên hiştin. Sedemeke vê heye. Qedexe ye ku mirov bi van penaberan re biaxivin, wêneyên cihê wan bikişînin. Nahêlin kes xwe nêzî penaberan bikin."

Hewldana guhertina demografiya herêmê, beriya niha di dema Kenan Evren de hatibû destpêkirin. Evren, sala 1982'an Kirgiz anî bû û li erdê ku dewletê di komkujiya Zîlanê ya salên 1930 de desteser kiribû, bi cih kiribû. Gundê Kirgiz, îro bi sedan cerdevanên xwe weke gundê herî mezin ê cerdevanan e.

Li gel hewldana ji bo guhertina demografiya herêmê, her wiha tê gotin ku ev Afganên ji ber şerê li Afganîstanê xwedî tecrûbeya şerê navxweyî ne, di dema pêş de li dijî PKK'ê û Kurdan weke cerdevan bên bikaranîn. Tê zanîn, Tirkiye hê jî Tirkmenên ji Sûriyeyê tên perwerde dike û bi destê wan êrîşî Kurdên lİ Rojava dike.