Gelê Wanê komira AKP'ê li erdê hişt

AKP her carê beriya hilbijartinê ji bo ku dengan bistîne komir, meqerna û tiştên erzan belav dike. Beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê dest bi belavkirina komirê kir. Lê kesî ranehişte komirê û li komir li kuçeyan ma.

Walîtiya Tirk a li Wanê mîna ku Seroktiya Bajêr a AKP'ê be xebatên hilbijartinê ji bo AKP'ê didomîne. Seroktiya Bajêr a AKP'ê ku Walî li pişt wan e, şevê din li navçeya Artemêtanê ya Wanê komir belav kir. Lê gelê Wanê dest neda komirê û komir li kuçeyan ma.

Şêniyên Wanê li dijî belavkirina komirê helwest nîşan da û got, "Armanca ku vê germa havînê komirê belav dikin diyar e. Ên ku dibêjin ew ê bi tiştên wiha me bixapînin, xwe dixapînin. Me ji mêj ve ye biryara xwe daye."