Gelê Şengalê li dijî êrîşan radihêje çekan
Gelê Şengalê li dijî êrîşan radihêje çekan. Pêşmergeyên naxwazin şer bikin jî, ji aliyê rêxistina 'Parastin' ve tên revandin. Li gorî agahiyan, rojnamevan Nûjiyan Erhan a şer dişopand, birîndar bûye.
Gelê Şengalê li dijî êrîşan radihêje çekan. Pêşmergeyên naxwazin şer bikin jî, ji aliyê rêxistina 'Parastin' ve tên revandin. Li gorî agahiyan, rojnamevan Nûjiyan Erhan a şer dişopand, birîndar bûye.
Li bajarê Xanesor ê Şengalê, komeke çekdar a bi navê 'pêşmergeyên rojava' xwest bi zorê bikeve herêmên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ). Li ser vê yekê di navbera vê koma çekdar û Hêzên Berxwedana Şengalê de danê vê sibehê şer derket.
Şêniyên Şengalê yên li herêma Serdeştê di binê konan de dimînin, nerazîbûneke mezin nîşanî van êrîşan dan. Hin ji van sivîlan li dijî êrîşan rahiştin çekan. Hêzên PDK'ê hewl didin pêşî li çûn û hatina gel bigirin.
PÊŞMERGEYÊN NEXWESTIN ŞER BIKIN HATIN REVANDIN
Wekî din, li gorî agahiyan 80 pêşmergeyên ku nexwestin şer bikin ji aliyê rêxistina îstîxbaratê ya PDK'ê 'Parastin' ve hatine revandin, ew birine cihekî ne diyar û rîsk heye, ku ev hemû pêşmerge werin kuştin.
ROJNAMEVAN NÛJIYAN ERHAN BIRÎNDAR BÛ
Li aliyê din, rojnamevan Nûjiyan Erhan û nûçegihanekî din ê pê re, ku şerê li Şengalê dişopandin birîndar bûne. Tedawiya rojnamevanan dewam dike.