Şêniyên Mexmûrê li dijî êrîşa hewayî ya dewleta Tirk meşiya

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di encama bombebarana balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker de ciwanek birîndar bû. Mexmûriyan bi meşeke girseyî êrîş şermezar kir.

Li wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker, di saet 13.00’î de wesayîta ciwanek ê bi navê Hacî Mîrze Elî bombebaran kir. Ciwanê Mexmûrê dema ku bi wesayîta xwe ji karê çandiniyê vedigeriya mala xwe, bû hedefa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk. Piştî êrîşê şêniyên wargehê berê xwe dan cihê bûyerê û ciwanê birîndar rakirin nexweşxaneya Şehîd Hogir.

Şêniyên Mexmûrê bi armanca şermezarkirina êrîşê û nîşandana berteka xwe ya li hemberî wê li ber derê nexweşxaneyê kom bûn û bi berzkirina dirûşmeyên “Bimire xiyanet”, “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Mexmûrê” heta ber derê avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan.

Li vir piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak daxuyaniyek da. Bûdak di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ciwanekê wargehê dema ku bi wesayîta xwe ji baxçeyê divegeriya mala xwe, bû hedefa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk û got: “Îro ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û xwînmij ku ji exlaqê tu para xwe negirtiye, weke vampîrekî ji xwînê xwe tîmar dike û hebûna xwe dide berdewam kirin, li ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, wargeha ku bi sekn û berxwedana xwe, rûyê vê dewletê yê qirêj derdixe holê, êrîşekî hewayî pêkanî.”

Bûdak destnîşan kir ku ev êrîşên hovane yên dewleta Tirk yên li Silêmanî, Mexmûr û Şengal delîla herî berbiçav a binketina dewleta Tirk e û wiha pê de çû: “Ciwanên me, zarokên me ji bo em bikarin hilmekê bistînin di wan şikeftan de, li serê wan çiyayan beriya niha digotin heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li ber xwe bidin, lê niha jî dibêjin heta parçeyek ji hestiyên me bimîne em ê li ber xwe bidin. Lewma çi dibe bila bibe em ê li ser lingan bin. Em dubare dibêjin wê tu hêzên qirêj ku hesabên xwe yên têkbirina Tevgera Azadiyê û Kurdistanê dide meşandin wê ev xeyala wan bi cih neyê, em ê bi ser bikevin û em ê heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe bidin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Mexmûrê”, “Bimire xiyanet” û “Tolhildan” bi dawî bû.