Gelê Kurd li Botanê got: Heta azadiyê em ê li ber xwe bidin

Li Şirnexê bi hezaran kes li hev kom bûn, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin û peyamên berxwedanê dan.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya ‘Dema azadiyê ye’ li Şirnexê bi gel re civiyan.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li Erebana Hezexê ji aliyê bi hezaran kesan hatin pêşwazîkirin û piştre bi konvoyeke ku bi sedan wesayît tê de bûn ber bi navenda bajêr ketin rê. Aydenîz û Sancar li navenda bajêr bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirn û piştre çûn pêşiya Rêxistina HDP’ê ya bajêr.

Bi hezaran kesan bi sloganan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan silav kirin.

Hevserokê Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz got “Kesên dibêjin me gelê Şirnexê qedand bila werin li vê qadê binihêrin. Gelê Kurd tu carî stûyê xwe xwar nekir. Di çanda Botanê de stûxwarî tune. Gelê Kurd wê li hemberî van polîtîkayên faşîst heta azadiyê li ber xwe bide.”

Aydenîz diyar kir ku li ser gelan polîtîkayên înkar û îmhayê tê domandin û got “Bi tecrîda li ser Ocalan re ev tişt dan destpêkirin. Lê divê baş bizanibin wê tu encamê nestînin. Bi tecrîdê re her der kirin qad şer. Lê wê gel heta azadiya rêzdar Ocalan li ber xwe bide. Li hemberî sûcên mirovatetiyê û azadiya rêzdar Ocalan girtiyên li zindanan 269 roj in li ber xwe didin. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne jî. Heta ku ev daxwaz pêk werin, em ê jî li qadan têkoşîna wan geş bikin. AKP ji bo ku pirsgirêkên li welat çareser neke, tecrîdê dike. Çareserî jî ev e ku rêzdar Ocalan têkeve dewrê, ji ber ku bi milyonan kes dibêjin ‘Rêzdar Ocalan îradeya min e’.”

Aydenîz diyar kir ku gelê Kurd jiyaneke azad dixwazin û got “Me got tecrîd bingeha şer e. Ne bi tenê li Tirkiyeyê, êrişî her dera Kurdistanê dikin. AKP’ê her der kiriye qada şer. Ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd divê yekîtiya gelê Kurd pêk were. Ji bo statuya gelê Kurd divê ev tişt pêk were. Gelê Kurd li hemberî êrişan stûyê xwe xwar nekir. Wê Kurd azad bibin û Rojhilata Navîn jî azad bikin. Azadiya rêzdar Ocalan wê bibe azadiya Rojhilata Navîn.”