Gelê Helebê: Em ê rê nedin Erdogan
Bi hezaran Kurd, Ereb, Çerkez û mirovên ji gelên cuda yên duh ji Helebê bi rê ketin û hatin Efrînê, nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk a dagirker dan û gotin, "Em ê rê nedin dagirkeriyê."
Bi hezaran Kurd, Ereb, Çerkez û mirovên ji gelên cuda yên duh ji Helebê bi rê ketin û hatin Efrînê, nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk a dagirker dan û gotin, "Em ê rê nedin dagirkeriyê."
Gelek mirovên Kurd, Ereb, Çerkez û Tirkmen ên ji Helebê hatin Efrînê, berê xwe dan refên berxwedanê.
Helebiyên ku dagirkeriya Tirk protesto kirin gotin, "Em ê rê nedin faşîzma Erdogan."
Dayikek ji Helebê ji ANF'ê re axivî ûgot, "Erdogan zalim e, hedefa wî ne tenê Kurd e, hemû Sûriye ye. Lê em ê li ber xwe bidin, em ê Erdogan têk bibin û rê nedin dagirkeriyê."