Gelê Başûrê Kurdistanê: Em ji bombeyan natirsin!

Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan û gotin: “Em ji dewleta Tirk natirsin, xaka xwe naterikînin.”

Êrîşên bomberdûmana dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê didome.

Duh şev balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdorî Gundê Enzê yê Qendîlê bombe kirin. Di encama bomberdûmanê de ziyan gihişte mal û zeviyên welatiyên herêmê. Di bomberdûmanê de gelek dar şewitîn.

Welatiyên Başûrê Kurdistanê yên ku nerazîbûn nîşanî bomberûmanê da, diyar kirin ku wê serî netewînin.

Ster Miheme yê ku li Qendîlê dijî wiha got: “Tim Qendîl tê bombe kirin, bax û baxçeyên me hatin wêrankirin. Dibêjin em li PKK’ê didin, lê hûn dibînin li me dixe. Bi salan e ku dixwazin me bitirsînin, lê em ji dewleta Tirk natirsin.Em xaka xwe naterikînin. Ji bo xaka xwe em ê têbikoşin.”