Gelê Başûr wê li 8 bajaran ji bo Efrînê dakeve qadan

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Silêmaniyê civînek li dar xist. KNK’ê ji bo endamên xwe û gelê Başûr ji bo Efrînê banga tevlîbûna çalakiyan kir.

Nûnertiya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê îro di seat 14:00’an de li Pirtûkxaneya Navendî ya bajarê Silêmaniyê civînek li dar xist û plannameya çalakiyên ji bo piştgirîdayîna Efrînê eşkere kir.

Li gorî plannameya çalakiyan wê di 24’ê Sibatê de li 8 bajar û gelek navçeyên Başûrê Kurdistanê bi meşan wê êrîşên dagirkeriyê werin protesto kirin.

Gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên Jin û ciwanan piştgirî didin meşên bi pêşengtiya KNK’ê.

Endamên KNK’ê Abdûrrahman Xelîfe, Pervîn Ezîz û Salar Mehmûd beşdarî civînê bûn. Endamê konseya Serokatiya KNK’ê û berdevkê demê Abdûllah Mele Nûrî têkildarî civînê axivî û wiha got; “Efrîn a ku li ser navê Kurdistanê Berxwedana Serdemê nîşan dide, em Kurd divê em erka xwe pêk bînin û Erdoganê faşîst û kujer em têk bibin.”

Mele Nûrî diyarkir ku gelê Başûrê Kurdistanê nerazîbûnek ciddî li dijî êrîşan daye diyakirin û wiha got; “Divê van nerazîbûnan bi awayekî giştî bînin gel hev û hê bi bandor nerazîbûn nîşan bidin.”

Mele Nûrî di dewama axaftina xwe de wiha jî got; “Efrîn niha li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Erdogan ê faşîst berxwedaneke dîrokî nîşan dide. Erdogan û çeteyên wî ji bo vê berxwedanê bişkîne komkujiyên sivîlan pêk tîne û çekên kîmyewî bi kar tîne. Divê em Kurd bi awayekî aktîv piştgirî bidin vê berxwedanê û Erdoganê ku bûye belayê gelên herêmê têk bibin û divê em welatekî azad û xweser ava bikin.”

Piştre Serokê Desteya Bilind a Hilbijartina Iraqê yê berê û endamê KNK’ê Abdûrrahm Xelîfe jî axivî û li dijî komkujiyên sivîlan û bikaranîna çekên kimyesal banga ketina tevgerê li hêzên navnetewî kir.

Xelîfe bibîr xist ku artêşa 2’emîn ya NOTO û artêşa çaremîn ya cîhanê bi çeteyên DAIŞ, El Kaîde êrîşî Efrînê dikin û di êrîşan de têkçûn ji bo vê jî niha bajêr, gund, navçeyan topbaran û bombeberan dikin û sivîlan qetil dikin.

Li bajarê Koye û Ranya jî bi heman armancî civînên cûda hatin lidarxistin.