Gelê Amedê: Têkildarî aştiyê tu gotinên me tune

Amediyan ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê diyar kirin ku di vî halî de aştî ne pêkan e û gotin, “Têkildarî aştiyê tu gotinên me tune.”

Amediyan şerê li Tirkiye û Kurdistanê nirxandin û diyar kirin ku têkildarî aştiyê tu gotina wan tune û ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê fikrên xwe derbirîn.

Zeynep Aykat diyar kir ku Rojhilata Navîn bûye gola xwînê û got, “Ji bo ku gel bigihêjin jiyana xwe ya ku dixwazin, hêvîdar im 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibe destpêkek.”

‘DI VÎ HALÎ DE AŞTÎ NE PÊKAN E’

Sema Îzol jî diyar kir ku aştî şîara hevpar a gelan e û got, “Li vê erdnîgariyê herî zêde em hesreta aştiyê dikişînin lê welat ketiye konsepta şer.” Îzol diyar kir ku her kesî ji bo aştiyê hêviya xwe winda kirine lê ligel her tiştî ji bo jin û zarokan divê mirov dengê aştiyê bilindtir bike.

‘CIVAK ARAMIYÊ DIXWAZE’

Abdûllah Yuksel jî diyar kir ku ew aramiyeke civakî dixwazin û got, “Em civak, em dixwazin bi îradeya xwe bijîn. Ne di şer de, em dixwazin di nav aştiyê de bijîn.”

‘TÊKILDARÎ AŞTIYÊ TU GOTINA MIN TUNE’

Serfiraz Deylem jî got, “Dilê min jî wekî her kesî ji aştiyê re dixwaze lê mixabin li vê erdnîgariya me her dem şer heye. Em aştiyê dixwazin, hinek kesên din jî şer dixwazin, lê em êşa vî tiştî dikişînin. Ji ber vê jî têkildarî aştiyê tu gotinên min tune.”