Gelê Amedê li ser piyan e, polîsan bend danîn ser rêyan

Di roja sêyemîn a desteserkirina şaredariyê de Amedî careke din daketin qadan. Hêzên rejîmê bend danîn ser hemû rêyên berê wan li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin in.

Beriya daxuyaniya HDP'ê ya der barê desteserkirina şaredariyan de, polîsên Tirk îro jî avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û derdora wê dorpêç kirin.

Kolana Elazigê û rêyên li derdorê bi bendên polîsan hatin asê kirin, her wiha TOMA li hemû rêyan hatin bicihkirin. Rê li wesayitan hatiye girtin û mirovên bi peyatî jî derbas dibin tên kontrolkirin.

Tê payin ku parlamenter û hevşaredarên HDP'î li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyekê ragihînin. Girseya gel li hev kom dibe. Di nav de parlamenterên HDP'ê Necdet Îpekyuz, Meral Daniş Beştaş, Feleknas Ûca, Nûsrettîn Maçîn, Salîha Aydenîz, Remziye Tosûn, Kemal Pekoz û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli jî hene.