'Gelê Şengalê xwedî vîn, sekn û helwest e!'

Sazî û xelkê Şengalê bersiv dan hewldanên ji bo reşkirin û berevajîkirina rastiya Şengalê û gotin, xelkê Şengalê bi hêz, sazî û dezgehên xwe ve xwedî vîn, sekn û helwesteke bi rûmet in.

Sazî û xelkê Şengalê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Fazil Mîranî dan ku beriya çend rojan li dijî Şengalê û civaka Êzidî axivîbû.

Endamê Meclîsa Gel a Borikê Emîn Yusif got, "Gelê Şengalê piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bûye xwedî hêzeke mezin a weke YBŞ’ê û YJŞ’ê. Ew kesên gefan li hêza civaka Ezidî dixwin û dibêjin, ‘Şengal ne ewle ye û li hemberî gelê Kurd jî dijmantiyê dikin; em wan bi tiştekên hesab nakin. Yên ku dijminayetiya gelê Kurd dikin, her wiha dijminê civaka me ne jî."

Yusif balkişand ser axaftina Fazil Mîranî ya derbarê Şengalê û wiha dewam kir: "Heta niha yek xizmeta wî ji civaka me ya Ezidiyan re neçêbûye. Îro jî dijberiyê dike û dibêje Şengal ne ewle ye û bila gelê Şengalê venegere ser axa xwe. Ev neraste, Şengal ji hemû demê ewletir e."

'GOTINÊN FAZIL MÎRANÎ XIZMETA DIJMINÊN EZIDIYAN DIKIN'

Endama Meclîsa Gel a Xanesorê Fehîma Silêman jî nerazîbûn nîşanî reşkirin û êrîşên li ser manewiyata Şengalê da û wiha got: "Bi vê ewlebûna niha Şengal di nav de dijî, ji her demê zêdetir civaka me ya Ezidî li ser axa xwe ya kevnar, li nav aramiyê de ye. Gelê me yê ku di kampên Başûrê Kurdistanê de dijî, ew jî dixwazin bên ser axa xwe û di nav vê aramiyê de bijîn."

Fehîma Silêman bal kişand ser axaftinên Fazil Mîranî û wiha pêde çû: "Fazil Mîranî û kesên weke Fazil Mîranî ku dijminatiya gelê Kurd dikin û naxwazin civaka Şengalê bên ser cih û warên xwe, naxwazin îtîfaqa civaka Ezidî û gelê Kurd çêbibe."

Fehîma Silêman di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser vegera Şengaliyan a li ser axa xwe û wiha dewam kir: "Bila civaka me ya Ezidî bi çend pakêt û bi çend qurûşên xêrnexwazên ku dijminatiya civaka Ezidî dikin, neyên xapandin!"

'KES NIKARE BÊ VÎNA CIVAKA ÊZIDÎ BIRYARÊN CUDA BIGIRE'

Endamê Meclîsa Gel a Sinûnê Xwedêda Elyas jî bal kişand ser gef û gurên li ser vîna civaka Êzidî tên kirin û wiha got: "Civaka Ezidî, bi hêza xwe ya cewherî YBŞ û YJŞ’ya xwe bi rêxistin kiriye û kesek nikare li ser vê îradê gefan bixwe û bibêje Şengal ne ewle ye!"

Elyas derbarê ferman 73’an a li ser civaka Ezidî hatî pêkanîn jî wiha axivî: "Ger ku xayînên civaka Ezidî nebûna, wê ew ferman jî nebûna. Lê mixabin ên ku di fermana 73’an de rol lîstin, niha jî heman rolî dileyzin û dibêjin civaka Ezidî bê parastine û bê ewle ye!" 

Elyas di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser 6500 keç, jin û mirovên Ezidî ku bi vê hevkariya bi DAÎŞ'ê re ketine destê dijminekî xwînxwar DAÎŞ'ê, kesên ku niha gefan ewlehiya Şengalê dixwin, divê bersiva xayînbûna xwe jî bidin.

'YBŞ Û YJŞ HÊZA SEREKE YA CIVAKA EZIDXANÊ YE'

Endamê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Xeyrî Silêman anî ziman ku ji bo ku civaka Êzidî bi hêza xwe ya parastin û saziyên xwe ve bûye vîneke jêneger a herêmê ev êrîş û reşkirin li hemberî wê tê kirin û wiha pêde çû: "Hemû dinya dizane hêza YBŞ û YJŞ’ê li hemberî dijminê mirovahiyê DAÎŞ’ê şer kir û gelê Ezidî ji ferman û qirkirinê rizgar kir. Hêza YBŞ û YJŞ’ê hêzeke mezin a parastina civaka Ezidiyan e. Hêza YBŞ û YJŞ’ê li ser ramaneke paqij û hêza bîr û baweriya civaka Ezidî hatiye damezrandin. Lewre ti hêz nikare wê têk bibe û reş bike."

Silêman di dawiya axaftina xwe de got: "Heta hêza YBŞ’ê û YJŞ’ê hebe, wê kes nekare gefan li civaka Ezidî bixwe."