Êzidiyan komploya li ser Ocalan şermezar kirin

Gelê Şengalê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê gelê Kurd Ebdulah Ocelan daketin qadan û bi dirûşam “Tecrîda li ser Rêber Apo Tecrîda li ser Êzîdxanê ye”bi meşek girseyî komplo şermezar kirin.

Gelê Şengalê li bajarokê Xanesorê ye girêdayê Şengalê bi sedan kes daketin qadan û pankartina “Tecrîda li ser Rêber Apo Tecrîda li ser Êzîdxanê ye”, “Azadiya Rêber Apo Azadiya Êzîdxanê ye” û “Rêber Apo Çavkaniya jiynana me ya azade” meşiyan.

Her wiha di meşê de posterên Rêberê gelê Kurd Birêz Ocelan û alên YBŞ,YJŞ,MXDŞ,YCÊ,PKK, Federesyona Êzdiyan û TAJÊ hatin hildan.

Her wiha di meşê de dirûşmên “Bi mire îxanet”, “Bê serok jiyan na be”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Şengalê” hatin qîrkirin.

Meşê ji ber avahiya Çand û Hûner ya Şengalê destpê kir û bi ber avahiya Asayşa Êzîdxanê dewam kir. Li wir pêşiya avahiya Asayîşa Êzidxanê daxuyanî ji aliye hevseroka MXDŞ’ê Rîham Hico ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser van xisûsan:

Ev 19 e sal in rêber APO di girava îmralî de ji hemî aliyan di bin tecrîdeke pir giran de ye.

Dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê sala 1996’an dest bi komployeke navdewletî li ser Serok APO kirin bi teqînekê li ber avaya Serokatî a li Şamê.

Ew komploya ku ji sala 1996’an ve destpê kir heta ku Serokatî 10/9/1998’an ji Sûriyê hate derxistin. Piştre jî wê kompiloyê pêlên xwe yê qirêj heta Sibata sala 1999’ an dewam kir. Serok APO bi rengekî bê wijdanî ji aliyê navdewletî bi operasyoneke ya NATO GILADIYO hate girtin û teslîmî dewleta Tirk a dagirker hate kirin. Ji wê demê heta roja îro li ser Serokatiya me tecrîdeke pir giran heye, bi taybetî van salên dawî, ew decrîd ji hemî aliyan ve hatiye girankirin.

‘SEROK APO MÎNANA HERÎ MEZIN A BERXWEDANÊ YE’

Dewleta Tirk û hevalbendên wê xwest bi girtina serok APO hemî gelê bindest dîl bigre û tune bike. Ji ber Serok APO xwedî vîna herî mezin e ji bo gelên bindest. Ji ber ku civakên bindest bi fikir û felsefeya Serok APO bûne xwedî îrade xwe li ser lingan girtine. Piştî dewleta Tirk a dagirker bi pîlanê xwe li henberî Serokati bi ser neket, dest bi êrîşên xwe yên bê hiquqî li henberî gel kir bi hezaran gel bi darê zorê ji welatê wan derxistin, bi sedan jinên ducanî qetil kirin û bi sedan gundên Kurda hilweşandin. Her wiha bi sedan Rojnemevan ,siyastmedar,rewşenbî girtin û avêtin girtîgehan. Xwest bi van kiriyarê xwe gel bitirsîne û vîna wî tune bike. Lê gel li ser fikrê Serok APO tekoşîna xwe dide meşandin. Ji ber Serok APO mînaka herî mezine ya berxwedanê ye xwediyê komfedralîzma Demokrtîk e, ev 19 e sal in di girêva Îmraliy de rexmî ewqas tecirîda herî bi zehmet ji hemû aliyan de li sere ber xwe dide.

‘EM CIVAKA ÊZIDÎ XWE BI FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER APO XWE BI RÊXISTIN DIKIN’

Em weke Meclisa Xweseriya Demokiratîk a Şengalê vê komploya ku ji aliyê gelek dewletên mezin ve hatiye kirin, bi tundî şermzar dikin. Em vê kombiloyê li ser tevahî gelê Êzidî û gelê bindest dibinin . Weke civaka Êzidî em bi fikir û felsefeya Serok APO xwe bi rêxistin dikin. Divê her kes baş zanbe ku em weke civaka Êzidî heta talî bi fikir û felsefeya Rêber APO tekoşîn dikin û li ber xwe didin. Her wiha em vê kombiloyê li ser gelê Êzidî dibînin .

‘DIVÊ 24 SAETAN DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE BÎN’

Banga me ji bo hemû civaka Êzidî re heye ku ji bo azadkirin û xwedî derketina Serok APO 24 saetan di nava tekoşînê de bin. Ji ber xwedî derketina li Serok APO erkê civaka Êzidî yê sereke ye.

Em carekî din bang li hemû kesên azad û dil biêş, hemû mirovahî, saziyên mafên mirovan hemû rêxistinên demokratîk dikin ku li heberî vê komploya bêbext hatî kirin bêdneng nemînin. Ji ber kur ev komplo li ser Serok Apo tê wateya li ser hemû mirovahiyê hatiye kirin. Dewleta Tirk û hevalbendên wê di kesayeta Rêber Apo neheqiyek mezin li hemberî hemû mirovahiyê dike û mafê mirovan binpê dike.”