'Gel divê hesab ji yên tevlî xebatên yekîtiya neteweyî nebin bixwaze'

Endamê Meclîsa PJAK’ê Mezlûm Heften: Êdî pêwîste ku gel û pêkhateyên civaka me dakevin qadan û bi xwe çavdêrî û lêpirsîn bike, li gorî wê hesab ji partî, sazî, pêşeng û nûnerên xwe bixwaze; dema wisa bibe wê demê rewş û encam wê biguhere.

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Mezlûm Heften di derbarê rewşa giştî ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê, siyasetên rejîma Îranê ya li hemberî gelên Îranê û bi taybetî yên Belûç, dîsa girîngiya avakirina eniyek hevbeş a têkoşînê û yekîtiya neteweyî bersiva pirsên ANF’ê da.

Rejîma Îranê ketiye nava hewldanên xweşkirina navbera xwe ya bi welatên rojavayî bi taybetî Emerîkayê re û li hundur jî siyasetên xwe yên serkûtker li hemberî gelên azadîxwaz bi taybetî gelê Kurd bi rêve dibe. Li hemberî wê siyaseta Îranê pêwîstî bi avabûna eniyek ya ji hêzên demokratîk û azadîxwaz heye. Di vê çarçoveyê de wek partiyeke pêşeng a Kurd hewldanên we ji bo avakirina eniyek wiha heye gelo? Eger heye di çi astê de ye?

Dagirkeriya Îranê xwedî dîrokek kevnar a dewlet û desthilatê ye, wate ji avabûna sîstema dewlet û deshilatdariyê heya roja îro ev dagirkerî bê navber û berdewam hatiye û li ser du bingehên netewperestî û olperestî xwe ava kiriye, birêve biriye û li gor demê ew derxistine pêş. Carna netewperestî daye pêş, carna olperestî û carna jî sentezek ji her duyan xistiye meriyetê. Her çiqasê rejîm di dem û dewranên cuda cuda de reng û navên xwe guhertibe jî, lê ji naveroka xwe dûr neketiye û heman tişt birêve biriye. Wate di aliyê naverok de pir cudatî di navber rejîma Welayetê Feqîh û rejîmên beriya wî de nîne.

Pirsgirêkên ku gel û pêkhateyên Îranê pêre rû bi rû ne çavkaniya xwe ji naveroka rejîmê digre, rejîm ser esasê Entegrasiyon û asîmîlasiyonê nêzê hemû pêkhateyên civakê dibe û xwe li gor wê plan dike. Ev zihniyet û nizîkbûn ji bo hemû rengên civakê derbazdare, lê carna li gor şert û mercan kêm û zêde dibe yan jî di warê rêzkirinê de dibe ku pêş û paş hebe, weke mînak li cihên mîna Kurdistan, Belûçistan, Xûzistan û hwd îro zext û şîdet li pêşe, lê ew rastî bi rengekî din ji bo herêmê û pêkhateyên din ên Îranê jî derbazdar e û wê bidome. Wate pisgirêkê gelan û pêkhateyên Îranê bi giştî yek in û bêguman wê çareseriyek hevbeş jî hebe. Ji ber wê havbeşbûn û yekgirtin ji hemû pêkhateyên bindest û mezlûmê Îranê re pêwîst û ferze. Ev rastiyek jênevegere ku azadî, demokrasî û edaleta civakî wê bi hevgirtin û yekîtî pêk were û bi giştî azadî û rizgariya gelên Kurd, Belûç, Ereb, Azerî, sûnî, Behaî, jin, karker û hwd bi xebateke hevgirtî û havbeş pêkan dibe. Ji ber wê avakirina eniyek demokratîk ku hemû reng û pêkhateyan temsîl bike pêwîste û dikare rejîmê neçarî guhartinên bingehîn bike.

Wek Tevgera Apoyî ya li Rojhilatê Kurdistanê me li gorî wan rastiyan xwe plankiriye û demekî dirêje ku em li ser esasê pêkanîna yekîtiya Kurdî û Kurdistanî û yekîtiya gel û pêkhateyên Îranê kar û xebat dikin. Baweriya me ew e ku azadiya Kurdistanê bi demokratîzekirina Îranê re çêdibe û berevajî wê jî derbazdare. Wate em çiqasî ji bo azadiya Kurdistanê bixebitin, wê Îran jî ewqasê demokratîk bibe û çiqasê ji bo demokrasiya Îranê bixebitîn wê Kurdistan jî ewqas azad bibe. Em li gor zihniyeta netewa demokratîk û sîstema konfedralîzma demokratîk ji bo pêkve jiyana gelan, hevgirtin û yekîtiyê kar dikin, em bi vê mijarê bawer dikin û hewildanên me yên ji bo serxistina wê jî hene û di hin aliyan de pêşketin jî çêbûne.

Hêzên din çiqasî avabûna wê eniyê pêwîst û jiyanî dibînin?

Dewlet û deshilat ji bo ku bikare dagirkeriya xwe li ser civakê ferz bike û bimeşîne, civakê bê perwerde dihêle û qet destûr nade ku civak xwe birêxistin bike. Wate bi hêcetên cuda cuda wek netew, ol û mezheb, ziman, zarawe û hwd nakokî û cudabûnê dixe nava civakê û wisa civakê teslîm digre. Ew hişmendî û siyasetek kevnar e û bêguman bandora wê ya derûnî û sosyolojîk li ser civak û pêkhateyên wê çêdibin û hene, lewma avakirin û avabûna eniyek demokratîk ya li hember dagirkeriyê karekî hêsan nîne, lê pêkane.

Hin alî hesasiyeta demê û awartebûna vî karî fêm dikin û li gorê vî tevdigerin. Mixabin hin alî jî teng û demkurt difikirin û heta astengiyan jî çêdikin. Bi gelemperî mirov dikare bêje ruxmê ku di warê teorî û gotarê de alîgirê vê yekgirtinê pir in, lê di warê kirdariya wê de lewazî û giranbûnek heye ku pêwîste were derbazkirin.

Êrîşên dawî yên rejîmê yên li ser gelê Belûç ji ber çi hatin kirin û erk û berpirsyartiya gelên Îranê ji bo xwedîderketina li gelê Belûç çiye?

Dîmenê ku îro li Belûçistanê derketiye û gelê Belûç bi awayekî bê tawan û bê lêpirsîn rasterast têne qetilkirin, hişmendî, feraset û rûyê rasteqîn ê rejîma dagirker ya Îranê nîşan dide. Tiştê ku îro derketiye berdewamiya siyaseta îmha û înkara rejîmê ye ku bi salane li ser gel û pêkhateyên Îranê dide ferzkirin.

Rejîma Îranê li ser esasê yekdestkirin û teslîm girtina civakê kar dike, bi çavê xwedî û ne xwedî li wana temaşe dike, siyaseta entegrasiyon û asimîlasiyonê birêve dibe. Rejîma Îranê ji bo ku bigihîje armancên xwe, gel bêkar û bê nan dihêle û hercûre zextan bikar tîne da ku bikre civakê teslîm bigre.Tiştê ku li Belûçistan diqewime heman tişte ku li Kurdistan û Xûzistanê pêkte te. Zihniyeta ku kolberan dike armanca guleyan û li serî û dilê wan dixe, heman zihniyete ku rêya nefesê nade tu nerazîbûnê. Her wiha bi çavê xwedî û ne xwedî li her cûre fikrînên cuda temaşe dike û bi navên morted, molhed, ataîst û terorê dixe ber darazê û ceza dike.

Belûçistan bi tawana Belûçîbûn, Sûnîbûn û niştecihbûniya li ser sînor ve tê cezakirin! Eve nizîkbûna navendî, giştî, sîstematîk û hedefmend ku birêve diçe. Nizîkbûnek herêmî, ya saziyek taybet û hwd nîne, kolberî û hat û çûyîna li ser sînor hêceta qetilkirina wan e. Di encamê de sedema sereke hişmendî û nizîkbûna rejîma Îranê ye. Sedema din ev e ku rejîma Îranê di rewş û demekî hesas û bê îstîqrar de derbaz dibe, ji ber wê pir ditirse û dixwaze bi pêşxistina zextê re tedbîran bigre û temenê xwe dirêj bike, lewma wisa êrîş dike.

Xwedî derketina li gelê Belûç û raberkirina helwest a li hember wê zilm û bêedaletiyê mijarêk exlaqî, wijdanî, mirovî û civakî ye. Bêdengî li hember vê zilmê, rewadîtin û şirîkbûna bi zilmê re ye. Ya ku îro li Belûçistan tê rêvebirin wê pêşerojê were serê hemû pêkhateyên civakê, ji bo ku pêşî li pêşerojek wisa were girtin pêwîste îro gelên Belûçistanê bi tenê neyên hiştin.

Konferansa ji bo rawêja neteweyî ya Rojhelatê Kurdistanê hate liderxistin. Girîngiya vê konfransê ya di vî demî de çiye û hêviyek çawa dikare ji bo gel çêbike? Hêz û aliyên siyasî çawa wan xebatan pêşwazî dikin û heya niha di aliyê kirdarî de çi gav hatine avêtin?

Li qadê şerêk dijwar birêve diçe û pêvajoyek hesas heye. Şerê cihanê yê 3. derbazê qonaxek nû bûye û mirov dikare bêje qonaxa fînalê ye. Ev rastî niha herî zêde ji bo welatê me Kurdistanê derbazdar e û bi dijwarî xwe nîşan dide, lewma pêwîste amadekarî û tevgerînên me li gorî demê be. Xebatên ji bo yekîtiya netewî jî li gorê wê watedar û girîng dibe.

Di sedsala 20. de salên 1914-1925 xwedî girîngî û hesasiyetek taybet bû ku mixabin Kurd bi hin sedemên cuda cuda ku yek ji wana parçe parçe bûna hêzên wê ye, nekarî ji wê sûd bigre û sedsal bindestî jiyankir û berdêlên pir giran dide! Niha jî pêvajoyek wisa girîng û hesas heye. Pêwîste em wek gel rast û bi aqilek giştî ku Rêber Apo wek aqilê Kurd pênase dike, wisa nêzîkê wê bibin. Hestiyar, teng, malbatî, eşîrtî, hizbî, parçegerî û her cure zihniyet û ferasetên teng wê me bi qirkirinê re rû bi rû bîne û di sedsala nû de felaketê bîne serê me. Ji ber wê xebatên hevgirtin û yekyîtiya netewî di wê demê de xwedî nirx û girîngiyek mezine û yê ku ew xebatê birêve dibin û ji bo serkeftina wî hewl didin wê bibin xwedî rûmetek dîrokî. Yê ku li hember yekîtıya netewî dibin asteng jî wê gel û dîrok wana efû neke!

Lewma çêbûna konfransa rawêja netewî ya ji bo Rojhilatê Kurdistanê di vê demê de girîng e û bêguman hêvî û moralê gel bilind dike. Her çiqas astêkê beşdarbûnê çêbibe, lê li gorî pêwîstiya demê nebû. Pêwîste sedemên wê were nirxandin. Ez bawerim êdî pêwîste ku gel û pêkhateya civaka me dakevin qadan û bi xwe çavdêrî û lêpirsîn bike û li gorî wê hesab ji partî, sazî, pêşeng û nûnerên xwe bixwaze; dema wisa bibe wê demê rewş û encam wê biguhere.

Xebatên yekîtiya netewî xebatek giştî ye û eger tenê di navbera hin partî û saziyan de were sînordarkirin wê neçe encamê. Lewma pêwîste iradeyek giştî û helwestek civakî derkeve holê û her kes ji bo avakirina yekîtiyê bikeve tevgerê. Mînak civak dikare û pêwîste ji partî, sazî û aliyên ku tevlê xebatên yekîtiya netewî nabin û heta astengiyê çêdikin hesab bixwaze û helwest raber bike. Bêguman di vî warî de helwestek zelal ê civakî pêwîst e.