Gazî Kerkûkî: Berpisyarê êrîşê PDK ye

Roja Pençşemê li Kerkûkê êrîşî Alîkarê Serokê YNK’ê yê Bajêr Gazî Kerkûkî hate kirin. Gazî Kerkûkî ji êrîşê PDK berpisyar dît.

Roja Pençşemê saet 20:45’an kesên nenas êrîşî Alîkarê Serokê YNK’ê yê Bajêr Aso Almanî, Gazî Kerkûkî kirin.

Kerkûkî têkildarî êrîşê li ser hesabê xwe yê tevna civakî daxuyanî da û ev agahî parve kir; “Şevê din derdora saet 20:45’an li baxçeyê mala min teqînek çêbû. Dema ez derketim derve min lê temaşe kir min dît ku bombeyek hate avêtin û gule hatin berdan. Di kamersaya mobeseyê de min li dîmenan temaşe kir. Êrîş bi motosîklet û wesayîteke pîkap pêk hatiye.”

Kerkûkî ji êrîşê PDK’ê berpisyar dît û wiha got; “Ji ber ku PDK bi rêya Parastin (Teşkîlata Îstixbaretê ya PDK’ê) beriya niha bi rêbazên cûda gef li min xwarin. Gotin tu nikarî ‘Barzanî renxe bike’. Ji ber wê jî ji vê êrîşê ew berpisyar in. Bi van êrîşan re ez ê dev ji rexneyên xwe bernedim bila herkes bizane.”