Gava ku hêzên YJA Starê li dagirkeran dixin

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê weşand, ku li qada Xantûrê li dijî artêşa Tirk a dagirker hate lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya ku di 22'ê Cotmeha 2023'an de ji bo bîranîna fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş) hate lidarxistin, ev agahî dabû:

"22'ê Cotmehê saet di 12:00 de li Girê Şehîd Berxwedan ê li qada Xantûrê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, çeperek û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin."