Garzan: Gerîla bi ruhê pêngava 1’ê Hezîranê li ber xwe dide

Endama Komîteya Revêber a PKK’ê Rûken Garzan, got: “Gerîla bi ruhê Pêngava 1’ê Hezîranê li ber xwe dide” û berxwedaniya li herêma Bradostê pîroz kir.

Li Heremên Parastinê yên Medyayê salvegera 14’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ku bi merasîma leşkerî destpê kir, Endama Komîteya Revêber A PKK’ê Rûken Garzan ji gerîlayan re axivî.

Garzan, di merasîma leşkerî de salvegera 14’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê li hemû gerîlayên PKK’ê pîroz kir û got; “Ev roj di dîroka têkoşîna me de xwedî cihekî girîng e. Bi taybet dema ku hêzên dagirker û komploger êrîşî li ser tevger, gel û Serokê me dikirin, Pêngava 1’ê Hezîranê hatibû destpêkirin.”

Garzan, gpt: “Berxwedana azadiyê, wekheviyê, rizgariyê careke din di 1’ê Hezîranê de destpê kiriye” û wiha domand;

‘BI RUHÊ 1’Ê HEZÎRANÊ ÇALAKIYÊN SERKEFTÎ GERLÎLA DIKIN’

“Di 14’emîn salvegerê de hemû qûwet, gel û rêxistina me li hemû qadên têkoşînê li ber xwe didin. Ev pêvajoya ku em têde ne, pêvajoyeke pir girîng e. Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Derya Reş, Dersîmê, Amedê, Botanê hemû hêzên me yên gerîla bi ruhê Pêngava 1’ê Hezîranê li ber xwe didin û li dijî hêzên dijmin çalakiyên serkeftî lidar dixin.”

ÇALAKIYÊN SERKEFTÎ HAT PÎROZKIRIN

Garzan, herî dawî bi minasebeta rojê îşaret bi berxwedana li qada Bradostê kir ku li dijî hewldana dagirkeriya dewleta Tirk tê meşandin û got; “Em hevalan û çalakiyên wan pîroz dikin. Li ser vî esasî em xwedî vê bîr û baweriyê ne ku 14’emîn salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê wê ji bo me bibe hêza berxwedanê, hêza moralê, serkeftinê û baweriyê.”

Di 1’ê Hezîranê 2004’an de, piştî pêvajoya agirbestek yekalî ya 5 salan û hewildanên çareseriya demokratîk a Rêberê Konfederalîzma Demokratîk Abdullah Ocalan, ji ber êrîşên bênavber ên dewleta Tirk, PKK’ê ji nû ve îlana çalakiyên çekdarî kiribû.