Gardiyanên Îranî girtiyeke Kurd bi êşkenceyê qetil kir

Li Rojhilatê Kurdistanê, girtiyê Kurd ê ji aliyê gardiyanan ve bi lêdanê hate êşkencekirin, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, şeva Duşemê 17’ê Gulanê li Girtîgeha Ûrmiye girtiyê bi navê Emîr Rezayî (35) salî bi giran hatiye êşkencekirin.

Hate ragihandin Rezayî yê ji Ûrmiyeyê ye, ji ber êşkenceyê ewilê ji ser hişê xwe diçe û piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.

Kmeleyê ragihand Emîr Rezayî rakirine karantînayê û piştî vegeriya qawîşa xwe 4 gardiyanan êrîşî wî kirine. Cenazeyê Rezayî hê radestî malbatê nehatiye kirin.