Fûlara sor a Ayşe Denîz di destê hevrêyên wê de ye

Şervana MLKP/KKO Ayşe Denîz Karacagîl (Destan Yoruk) beriya niha bi salekê di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû. Hevrêyên wê di salvegera yekemîn de qala Destan kirin.

Şervana Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Ayşe Denîz Karacagîl (Destan Yoruk) ku bi fûlara xwe ya sor yek ji sembolên Berxwedana Gezî bû, weke endameke tabûra enternasyonalîstan di pêngava rizgarkirina Reqayê de li refên pêş li dijî DAÎŞ'ê şer kir. Şervana MLKP/KKO (Rêxistina Jinên Komunîst) Ayşe Denîz, 29'ê Gulana 2017'an di dema pêngava rizgarkirina Reqayê de tevî şervanên YPG'ê Mixçilo Çekdar, Egîd Ûrmiye û Delîl Kobanê şehîd bû.

Ayşe Denîz, piştî ku li çiyayên azad ma, berê xwe dabû Şoreşa Rojava. Hevrêyên wê di salvegera yekemîn a şehadeta wê de qalê kirin.

Berdevka MLKP'ê Bêrîtan Asya di destpêkê de şehîdên şoreşê bi bîr anî û destnîşan kir ku ji bo pêkhatina şoreşa Rojava bi hearan şervanên azadiyê canê xwe kirin sîper û ev şoreş pêk anîn. Asya diyar kir, ji bo parastina nirxên vê şoreşê, bi hezaran şervanên azadiyê bi canê xwe bûn şopdarên şoreşê û got, hevala me Destan Yoruk jî yek ji van hezaran şervanên azadiyê bû.

'FÛLARA SOR A DESTAN WÊ TIMÎ DI DESTÊ ME DE BE'

Bêrîtan Asya qala Ayşe Denîz kir û bi bîr xist ku Destan ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk berê xwe da çiyayên azad û ji wir jî tevlî Şoreşa Rojava bû. Aysa diyar kir ku sala 2013'an dema gel li ber faşîzma AKP'ê rabû, Destan Yoruk jî bû yek ji sembolên berxwedana li Gezî û got, "Di wê berxwedanê de bi fûlara xwe ya sor hate naskirin. Destan weke 'keça bi fûlara sor' reng da berxwedanê û bû hedefa faşîzma AKP'ê û dewleta Tirk. Destan serî li ber faşîzmê netewand û ji roja ji zindanê derket ji bo bersiveke îdeolojîk bide, berê xwe da çiyayên Azad. Dûre tevlî Şoreşa Rojava bû. Ya ku Destan kir Destan mezinahiya baweriya wê bû. Wê jî Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinê dît. Reqa jî weke navenda DAÎŞ'ê pênase kir. Bi pêşengiya şervanên jin ên Kurd bi sedan jin tevlî têkoşîna rizgarkirina Reqayê bûn. Bi saya berxwedaan jinên leheng ku bi dehan ji wan şehîd bûn, Reqa hate rizgarkirin. Şoreşa Rojava ji Revanan heta Destanan û Avestayan îro dewam dike. Em jî di şexsê şehîd Destan de soza xwe dubare dikin ku weke Jinên Sosyalîst em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin. Em ê bi bawerî û mîrateya têkoşînê ya Destanan, Şoreşa Rojava bi ser bixînin. Çawa ku ji bo bîranîna Destanan paytexta DAÎŞ'ê Reqa hate rizgarkirin, em ê bi wê bawerî û biryardariyê Efrînê ji dewleta Tirk rizgar bikin. Em ê bi ruhê wê bi ser bixînin û azad bikin. Fûlara sor a Destan wê ti carî ji destê me neyê xwarê. Wê timî li Şoreşa Rojava li ba be."

'TÊKOŞÎNA WÊ JI BO ME MÎNAK E'

Ji hevrêyên Destan, şervana YPJ'ê Sorxwîn Rojava jî bi bîranîna şehîdên Şoreşa Rojava dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku Destan bi nêrîna azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe da çiyê.

Sorxwîn Rojava got, "Di pêngava Reqayê de cihê xwe di nava têkoşîna rizgarkirina jinên Êzidî û Ereb de girt. Li dijî hovîtiya DAÎŞ'e bêtirs li ber xwe da. Kesayet û têkoşîna wê ji bo bi hezaran jinan bû mînak û cihê xwe di dilê bi hezaran jinan de girt. Di merasîmê de dayika wê axivî û got, 'keça min nemiriye'. Got ku wê ew diyarî Kurdistan û Rêber Apo kiriye. Têkoşîna wê ji bo me têkoşîneke mînak e. Wezîfeya me şervanên YPJ'ê ye ku em têkoşîna jinên leheng ên mîna wê bidomînin."

'SIYASETA QIRÊJ NAS KIR Û LI DIJÎ WÊ DEST BI ÇALAKIYA AZADIYÊ KIR'

Ji hevrêyên wê Avesta Qeremux jî got, "Ez şehîd Destan û hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînim. Hevrêya me Destan siyaseta qirêj a Erdogan nas kir û li dijî wê siyasetê dest bi çalakiya azadiyê kir. Serî netewand û berê xwe da çiyayên azad. Dewleta Tirk cezayekî mezin lê birîbû. Ji ber ku nêrînên wê mezin bû. Têgihişt ku bi nêrîna Rêber Apo divê hemû jin azad bibin. Piştre têkoşîna xwe ji bo azadiya hemû jinand ewam kir. Bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya mezin re cihê xwe di nava pêngavan de girt û tevlî pêngava rizgarkirina navenda DAÎŞ'ê Reqayê bû. Weke hevrêyeke wê ez pê serbilind im. Ji ber ku ji bo azadiya hemû jinan şer kir. Têkoşîn û berxwedana wê, wê têkoşîn û berxwedana me be."