Foza Yûsif: DAÎŞ ne tenê pirsgirêka me ye

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif diyar kir, DAÎŞ hîn jî gefê li dinyayê dixwe û got, "Sûcên wan li vê cografyayê hatin kirin. Ji ber vê yekê divê li vir bên darizandin. Ji bo wê jî şert e ku dadgeheke navneteweyî bê avakirin."

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bejahiya rojhilatê Dêra Zorê dawî li serweriya DAÎŞ'ê ya li ser xaka Sûriyeyê anîn, "Rewşa piştî DAÎŞ'ê" bû mijara sereke ya rojevê.

Li gorî daneyên ne fermî, zêdeyî 11 hezar endamên çekdar ên DAÎŞ'ê li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Piraniya wan jin û zarok zêdeyî 72 hezar kesên ji malbatên DAÎŞ'iyên ji 54 welatên cuda li kampan e.

Ji bo van kesên ji welatên cuda hatin Sûriyeyê û sûcên şer kirin radestî welatên wan bên kirin, Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê beriya niha bang kiribû, lê belê bersiveke erênî nehatibû. Li ser vê yekê mijara darizandina van kesan li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate nîqaşkirin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif li ser vê nîqaşê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, şaş e ku DAÎŞ tenê weke pirsgirêkeke leşkerî bê nirxandin û destnîşan kir, divê têkoşîneke berfireh bidome. Foza Yûsif got, nabe ku barê DAÎŞ'ê tenê li ser milê gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bê hiştin û diyar kir, ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî ya van kesan darizîne divê Neteweyên Yekbûyî, dadgeha ceza ya navneteweyî û hêzên navneteweyî bikevin nava hewldanan.

BARÊ HERÎ GIRAN LI SER MILÊ GELÊN BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ YE

Foza Yûsif got, "DAÎŞ ji aliyê leşkerî ve qediya, lê belê pirsgirêk ne tenê pirsgirêka leşkerî ye. Çawa ku heta niha li dijî DAÎŞ'ê têkoşîn hate meşandin, ji niha û pê ve jî ne tenê ji aliyê leşkerî divê ji gelek aliyan ve têkoşîn bê meşandin." Foza Yûsif destnîşan kir ku nediyar e wê paşeroja çeteyên DAÎŞ'ê yên sûcên şer kirine û malbatên wan çi be û got, barê herî giran li ser milê gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye. Foza Yûsif got, "Em qala bi deh hezaran kesî dikin ku ji çar aliyên dinyayê hatine. Mirov dikarin bêjin, barê tevahiya dinyayê niha li ser milê gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye."

'KÊMASIYEKE GENGAZ A EWLEKARIYÊ WÊ RÊ LI BER METIRSIYEKE MEZIN VEKE'

Foza Yûsif bi domdarî got ''Hê jî şaneyên razayî hene. Li hêla dî ev kes niha li girtîgehan in lê statûyeke vir tine. Li ser herêma me, di serî de dewleta Tirk, hin dever gefê li me dixwin. Heke li herêmê valahiyeke biçûk li ser ewlehiyê çêbibe ev kes ji bo her kesî wê bibin talokeyeke mezin. Wê bibin mîna bombeyeke ku pîma wê hatibe kişandin.''

'DIVÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR BIDOME'
Yûsif li ser Kampa Holê jî got yek ji mezintirîn kampa Rojhilata Navîn e, ev ji bo Bakur-Rohilatê Sûriyê ji hêla aborî, ewlehî û lojîstik ve barekî giran e û got, ''Divê rewşa endamên DAÎŞ'ê yên girtî were nirxandin. Lê hewceyî bi xebateke hevpar heye. Divê NY, Rêxistina Efûyê, dadgeha cezayê ya navnetewî û rêxistinên civaka sivîl ên navnetewî bi hev re bixebitin. Divê em hemû bi hev re vî barî hilgirin.''

'DIVÊ DADGEHEKE NAVNETEWÎ WERE DANÎN'
Endama Koordînasyoan Kongra Star Foz Yûsif herî dawî got DAÎŞ ne tenê problema wan e, ya her kesî ye, kesên ku li herêma wan sûc kirine dibe ku li deverên din jî sûc kiribin, lê piranî li herêma wan sûc kirine û domand, ''Ji bo vê jî divê li vir werin darizandin. Ji bo vê jî divê dadgeheke navnetewî were danîn.''