Fermandariya YBŞ'ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanên wan Ferhad Şêx ( Heto Xidir Hemo Elyas)  û Herekol Bestan (Mistafa Yagan) 8'ê Çileyê di encama teqîna mayînekê de ku çeteyên DAIŞ'ê ji berê ve danîbûn, teqiya û gihiştin şehadetê. 

Fermandariyê têkildarî her du şervanan ev agahî parve kir:

"Ferhad Şêx  di sala 1998'an de li Siba Şêx Xidir a Şengalê ji dayik bûye û ji bo azadkirina axa xwe û dîlên Êzidî yên ku di destê çeteyan de, di sala 2016'an de beşdarî nava refên YBŞ'ê bûye. Hevalê me Ferhad bi rengekî çalak beşdarî pêngava Madîbanê û 'Pêngava azadkirina  jinên Êzidî' bû. Di her aliyê têkoşînê de, di nava lêgerînên mezin û bi hezkirina fêrkirinê re bû xwedî berxwedan. Hevalê me Ferhad li her cihê lê, cihê keyfxweşî û moralê bû. Bi kîn û nefreteke mezin li dijî çeteyan xwe bi pêş xist û di çend çalakiyan de, di eniyên herî pêş de cihê xwe girt. Herî dawiyê dema bi yekînek leşkerî re li gundê Madîbanê, li ser karbûn di encama teqîna mayîneke çetayan de gihişte şehadetê."

Hevalê Herekol Bestan di sala 1998'an de li Sêrtê ji dayik bûye û di sala 2015'an de beşdarî tevgera azadiya Êzidîxanê bûye. Hevalê me Herekol Bestan, ji ber ku li hemberî qêrîna dayikan û  fermana li serê civaka Êzidî pêk hatî bêdeng nebû, berê xwe daye çiyayê Şengalê ya pîroz. Hevalê  me Herekol êş, neheqî û êşên civakî herî kûr hîs kir, bi cesaret û fedekarî bû parçeyek ji têkoşîna pîroz a ji bo azadiya Şengalê. Hevalê me Herekol di temenê ciwantiyê de barê berpirsyartiyê girt ser xwe û bi hişmendiya berpirsiyartiyê têkoşîn meşandin. Ji bo me bîranîna têkoşîneke gelek pîroz li pey xwe hişt."

Herî dawî Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û got, ew ê şopdarê têkoşîn, xeyal û rêya şehîdan bin.