Fermandariya NPG'ê ji bo gerîlayan peyameke pîrozbahiyê weşand

NPG'ê gerîlayên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên serketî kirin bi peyamekê pîroz kir û got, "Em, hevalên xwe yên li herêmên Zap û Avaşînê bi fedakarî û wêrekiyeke mezin şer dikin bi hezkirin û hurmet silav dikin, serketinê ji wan re dixwazin."

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji ber çalakiyên serketî peyameke pîrozbahiyê ji Fermandariya Sewq û Îdareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê re şand.

Di peyamê de hate gotin, "Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û qirker, ku li ser herêmên Zap û Avaşînê dimeşîne, hêzên me yên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ruhê fedaî yê Apoyî her roj derbên giran li dijmin dixin. Gerîlayên me yên leheng li tunelên şer bi taktîkên afirîner derbên giran li dijmin dixin û nahêle dijmin bi pêş ve biçe. Tîmên me yên bi tevger ên profesyonel jî bi rêbaza lêdanê ya Apoyî çalakiyên serketî dikin û artêşa Tirk a faşîst dikişînin. Artêşa Tirk a dagirker li gel teknîka xwe ya şer û çekên kîmyewî jî ku li hemberî hêzên me yên gerîla bi kar tîne, bêçare maye. Performansa serketî ya ku hêzên me yên gerîla li herêmên Zap û Avaşînê nîşan didin, van herêman ji dijmin re dikin çiraveke mezin.

Herî dawî şeva 11'ê Gulanê li girê Şehîd Şahîn ê eyaleta me ya Zapê, hêzên me yên gerîla yên profesyonel helîkoptereke bi tîpa Skorsky a artêşa Tirk a dagirker xistin xwarê, ku vê yekê encamgiriya rêbaza lêdanê ya Apoyî careke din raxist pêş çavan. Em hevalên xwe yên şervan û fermandar hemûyan pîroz dikin ku li ser bingeha Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li dijî dijmin bi rêbaza fedayî şer dikin, he roj derbê li dijmin dixin, têkçûna dijmin nêzîk dikin û bi performanseke bilind ev çalakî û gelek çalakiyên serketî pêk anîn.

Em di wê baweriyê de ne ku ji niha û pê ve jî taktîkên gerîla yên dewlemend û li ser bingeha ruhê êrişê yê bilind ê şehîdên me yên leheng, di çalakiyên li dijî artêşa Tirk a faşîst de hûn ê serketinên hîn mezintir bi dest bixin. hevalên ku li herêmên Zap û Avaşînê bi fedakarî û wêrekiyeke mezin şer dikin hemûyan bi hezkirin û hurmetê silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin."