Fermandariya Biryargeha NPG’ê Şehîdên Meha Gulanê bibîr anî

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) şoreşgerên ku di meha Gulanê de şehîd bûne bibîr anî û soza ‘Wê bi gavên ji xwe bawer têkoşînê hê mezintir bikin’ dan.

Fermandariya Biryargeha NPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ‘Şehîdên Meha Gulanê’ bibîr anî û got: “Her şehîdek PKK’ê zeîf nake hê xurtir dike.”

NPG’ ev got: “Di partbûna partiya me PKK'ê de ku bi amancên berz bi rê ketiye û heta niha di têkoşîna me ya bêhempa de, şehîdên me yên leheng bûne kana hêza me ya sereke. Bi şehîdbûna  şehîdê me yê pêşî,  rêberê şoreşger ê enternasyonal ê mezin Haqî Karer di 18'ê Gulana 1977'an de, ji bo dilsoziya bi bîranîna şehîd, partiya me PKK ku partîbûna xwe teqez kirî, bi têkoşîna  li ser vî hîmî bûye partiyeke rastîn a şehîdan. Meha Gulanê, meheke wiha ye ku di nav vê mehê de fermandarê me yê pêşî hevrê Mehmet Karasûngûr û di têkoşîna şoreşê ya Kurdistanê û Tirkiyê de gelek rêberên şoreşger şehîd bûne. Ji bo vê partiya me PKK 18'ê Gulanê weke Roja Şehîdan û meha Gulanê weke Meha Şehîdan ragihandiye. Her meha Gulanê weke meha ku şehîdan bi bîr tîne, dilsoziya bi şehîdan qeyîmtir dike, li bara şehîdan muhasebaya helwestê tê kirin,  biryara pêkanîna amancên ku divêtiya dilsoziya bi şehîdan re, tê qeyîmkirin. Em jî, yên ku şopdarên xeta şehîdan û hevrêyên ku soz dane bîranînên wan li Kudistana azad bidin jiyîn, di salvegra 42'an a şehîdbûnê de, di şexsê hevrê Haqî Karer û Şehîdên Meha Gulanê de hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza ku me dayî wan, ji bo vê roja pîroz careke dî didin.

Partiya me PKK bi keda mezin a Rêber Apo û bi destanên lehengiyê yên şehîdên me, bi têkoşîneke bêhempa çêbûye. Her xeleka şehîdbûnê ya di dîroka me ya têkoşînê de dev ji qelskirina PKK'ê biqerin, xurtir kiriye, biryara wê zêde kiriye, rawesta wê zêdetir û hêrs û kîna wê geştir kiriye. Ya ku hîmê geşedan û rabûnên pêngavî yên serdemî yên têkoşîna me çêdike jî, bi wê daxwaz û hewldanê ye ku PKK dixwaze ji rasteqîniya PKK'ê re bibe bersiv. Tevgera PKK'ê ku bi şehîdbûna her hevrêyekî, bersiva bi rengê geşkirina têkoşînê kirî rêgez û rêç, îro jî li ser eynî xetê dimeşe û têkoşîna xwe geştir dike.

Heke îro pergala mêtingeriyê hatibe ber hilweşandinê, pergala ku dixwaze rasteqîniya Kurdan û gelê Kurdistan bi tevgera qirker, bi polîtîkayê qirkirina spî û qirkirina çandî dixwaze tine bike, hatibe ber hilweşandinê, ev bi têkoşîna bêrawest a Rêber Apo ye ku gelê Kurd vejand û anî ber azadî û rizgariyê û bi têkoşîna şehîdan a bêrawest e. Dîsa şehîdên me bûne ku rêya têkoşîna rasteqîniya gel a Kurdistanê a ji bo nirxên sereke nîşan dane, hînî me kirin ku ji bo vê her cure zor û zehmetiyê divê mirov bîne ber çav, bi fedaî divê mirov li herî pêş têbikoşe û ev kirin xet û li ser vî bingehî bi berxwedana dastana lehengiya gel a Kurdistanê afirandine. Ji ber vê, şehîdên me hem kana hêza me ya sereke ne ku me didin jiyîn û hem Jî tekana rasteqîniya me ya heqîqî ye, wê hêzê dide me ku di ber nirxên xwe de bê dudilî em ber bi armancê ve biçin. Gelê Kurdistanê ku ev heqîqet ji kûr ve fêhm kiriye û dîtiye, her demê bi şanazî û anoreke mezin pêşwazî li şehîdên xwe kiriye, ew li cihê herî bilind danîne, dilsozî bîranînên wan bûne û ku hewce kiriye, ji bo xwedî li şehîdên xwe derkevin mirin jî dane ber çavan.  Rasteqîniya şehîdbûnê ya li Kurdistanê datînê hole ku di ber doza azadiyê de xwefedakirin biqedr û hewce ye, her wiha ji bo me yên mayî jî, wê biryardariyê bi me re çêdike ku em li doza hişmendî, wêrekî û azadiyê rawest in. Heke îro jî di şexsê gelê  Kurdistanê, zarokên wê û milîtanên wê biqedr de Greva Birçîbûnê ya Mezin û Berxwedana Rojiya Mirinê li çar hêlên cîhanê tê kirin, bi rengekî lê rawestiyayî, biryardarî û fedakariyê didome, ev bi wêrekiya xeta şehîdan, bi rasteqîniya milîtanê fedayî yê bêtirs e û li armancê asê bûye.

Em Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê ku bi pêşengiya Partiya Şehîdan PKK'ê dimeşe,  ji her demê zêdetir biryardar in ku bîranînên şehîdên me, rawest û berxwedana mezin a li Imraliyê ya Rêbertiya xwe, têkoşîna gelê xwe bi çarçoweya  ''Pêngava em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin'' mezintir û geştir bikin. Em bi biryardarî diyar dikin ku li ser hîmê ji nû ve avakirina Gerîlayê Azadiya Kurdistanê em ê bi formasyoneke profesyonel û performansê tevgera tola mezin a şehîdan hilînin, em ê şoprdarê xeta şehîdan bin, di rêya pêkanîna serfirazyê de bi gavên bixwebawer têkoşînê roj bi roj geştir bikin, meşa xwe ya bi Rêbertiya  Azad Kurdistana azad bi serfiraziyê tacîdar bikin; li ser vê bingehê em careke dî şehîdên xwe bi hurmet û minet bi bîr tînin, dîsa soz didin ku em ê tim berevaniyê li jiyana şayanî bîranînê bikin û ji vê neyên xwarê.''