Fermandarê Pêşmergeyan: Yek gule li dijî PKK’ê nateqînim

Fermadarê Hêzên Germiyan ya Hêzên Pêşmerge yê ser bi YNK’ê Mehmud Sengawî got: “Divê em hemû dakevin kolanan û şerê birakujiyê heram bikin. Şerê dijî PKK’ê heram bikîn. Di vî demê de, şerê dijî PKK’ê ji bo gelê me xeteriyek mezine.”

Endamê Rêveberiya YNK’ê û fermandarê Herêma Germiyan ya hêzên pêşmerge, Mehmud Sengawî got: “Eger dinya kavil bibe, ez yek gule li hemberî PKK’ê nateqînim.”

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Nîştimana Kurdistan YNK’ê û fermandarê Herêma Germiyan ya hêzên Pêşmerge, di salvgera şehadeta pêşmergeyê Dêrîn Heme Sengerî de axivî. Sengawî di peyama xwe de behsa sedama şerê Kurd bi Kurdan kir.

Sengawî ev peyam da: “Ji bo ku dewleta Tirk ji mere bêje bijît, yan jî aliyek din yê Iraqê ji bo me bêje bijît, nabe em şerê aliyek bikin û zarokên xelkê bidin kuştin. Divê em hemû dakevin kolanan û şerê birakujiyê heram bikin. Şerê dijî PKK’ê heram bikîn. Di vî demê de, şerê dijî PKK’ê ji bo gelê me xeteriyek mezine.”

Sengawî li ser egera şerek dijî PKK’ê jî dijberiya xwe anî ziman û got; “Min li ser şerek dijî PKK’ê ji hevserokên YNK’ê re gotiye, eger hemû dinya kavil bibe, ez yek gule li hemberî PKK’ê nateqînim.”