Fermandarê Pêşmerge: Ji esmanan ve li pêşmergeyan dane

Ji fermandarên Pêşmergeyan Qadir Xoranî, diyar kir ku di êrîşa li ser pêşmergeyan de ti şopên şer tine, anî ziman ku êrîş dibe ji aliyê balafirên F-16 an jî balafirên bêmirov û bi çek ve pêk hatibe.

Di 5’ê Hezîranê de konvoyek ji dehan wesyîtên zirxî yên PDK’ê pêk dihat, dema li Metîna ya ku dewleta Tirk êrîş lê dike û şer dijwar lê rû dide ve xwestin bi pêş ve biçin, teqînek mezin pêk hat.

Têkildarî teqîna ku 5 pêşmerge têde jiyana xwe ji dest dabûn, HPG’ê daxuyanî da û diyar kir ku ti êrîşek pêk neanîne ku rê li ber tinekirina wesayîta zirxî bê vekirin.

HPG’ê ev gotibû: “Têkildarî bê ka ev teqîna li wesayîtê bûye çawa pêk hatiye, mijreke ya lêkolînê ye. Em HPG diyar dikin divê heyeteke hevpar an jî heyeteke serbixwe vê bûyerê lêkolîn û zelal bike.”

Li gorî pisporan, di dîmenên wesayîta zirxî nîşan dide ku ji esmanan ve êrîş pêk hatiye.

Têkildarî vê mijarê fermandareke pêşmergeyan daxuyaniyek da. Li gorî nûçeya Rojnewsê, Qadir Xoranî yê demeke dirêj e ku pêşmergeyî kiriye û di rewşa niha de jî fermandareke di bin sêwana Wezareta Pêşmergeyan de kar dike, li ser hesabê xwe yê Facebokê daxuyaniyek kurt parve kir.

Xoranî yê di warê leşkerî de jî xwedî ezmûn û pisporî heye, teqîn weke sê xalan îfade kir.

-Ez bi xwe li wê wesayîta zirxî siwar bûme. Ev wesayîta zixî gelek qayîm û bihêze.

-Ti şopên guleyan li ser rexên wesayîta zirxî nînin, eger bi mûşekê jî êrîş lê hatiba kirin, pêwîst bû her çar dora wesayîta ketiba, yan jî tekeleyên wesayîtê parçebûban.

-Li gorî axaftinên pêşmergeyên birîndar şer nebû. Pêşmergeyên birîndar diyarkirin ku ji esman ve êrîş li wesayîta wan hatiye kirin. Li gorî wêneyan jî wisan diyare yan balafirên F16 yan jî balafirek bê mirov, wesayîtê bombebaran kiriye.”

HÊZEKE TERORÎSTÎ YA F-16 AN JÎ SÎHA PÊK ANIYE

Fermandarê Pêşmerge bê ku nav bide anî ziman ku ‘hêzeke terorîst’ a xwedî F-16 û SÎHA êrîş pêk aniye û got: “Li gorî min ev kiryara terorîstî, yan bi balafira F16 yan jî balafira bê mirov, ji aliyê hêzek terorîst dijî pêşmergeyên Kurdistanê pêkaniye. Armanca siyasî li pişt vê heye. Ev êrîş bi pîlane û armanca êrîşê gurkirina şerê Kurdkujî û wêrankirina Herêma Kurdistanê ye.”