Fermandara YJA Starê: Divê em welê li dijmin bikin ku nikaribe gavekê jî biavêje!

Hêzil Ozgur: Eger heval hunera xwe pêk bînin, em ê karibin dijminê faşîst li vê xakê bişikînin. Divê em welê li dijmin bikin ku nikaribe gavekê jî biavêje. Divê em operasyona wan a 'kîlît' bikin kîlîta ku deriyê Îmraliyê pê vedibe.

Ji fermandarên YJA Starê Hêzil Ozgur li ser operasyona dagirkeriyê ku li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê tê meşandin, bi rêya cîhaza ragihandinê ji tîmên gerîla yên bi tevger û berxwedêrên li çeperên şer re axivî.

'DIJMIN ŞOQ BÛ'

Peyama fermandara YJA Starê Hêzil Ozgur wiha ye:

"Êrişa dagirkeriyê 26 roj in dewam dike. Ji 14'ê mehê û vir ve bi êrişên hewayî û bombardûmanê re li ser qadê operasyoneke hewayî kirin. Em wê rojê weke dema destpêkirina operasyonê dibînin. Dewleta Tirk a faşîst dagirker ji ber ku ji teknîka xwe bawer dike, hewl da ku bi derbên destpêkê re qadên me bi dest bixe. Lê belê welê nebû. Ji ber vê yekê wezîrê wan ê parastinê neçar ma daxuyaniyê bide û mîna ku planên wan ên yekemîn, duyemîn û sêyemîn hene, nêzîkatiyek welê nîşan dan. Ji ber ku operasyona heman şevê bi navê Pençe-Kîlît dan destpêkirin nekarîn bi ser bixînin. Ya ku ev encam afirand berxwedana hevalan û bersiva wan a li dijî êrişan bû. Hevalan bi rastî jî derbên gelekî giran lê dan. Kûrbûn û amadekariya hevalan a beriya operasyonê baş bû. Bêguman kêmasî hebûn, ji xwe em di nava xwe de vê dinirxînin. Lê belê di gava destpêkê de dijmin li xaka Zap û Avaşînê bi rastî jî şoq bû. Ew bi xwe jî li vê mikur hatin. Ji xwe beriya wê jî Erdogan û Hûlûsî Akar ên faşîst bi rengekî lezgîn hatin nuqteya kontrolê ya operasyonê ya li Çelê û bi fermandarên operasyonê re hevdîtin kirin. Li wê derê gotin ku ew hewl didin xwe biparêzin, şehîdên wan hene û bi vî rengî li xwe mikur hatin. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî didin, gelek leşkerên birîndar, her wiha gelek cenazeyên leşkeran li nexweşxaneyan hene, li nexweşxaneyan cih nemaye. Em lehengî û berxwedana hevalan ji dil û can pîroz dikin. Bi taybetî di şexsê hevalên Şaristan û Mizgîn de hevalên ku ji roja destpêkê ya operasyonê ve şer kirin û şehîd bûn, bi saya bersiva wan a li vê operasyonê û ruhê ku afirandin, atmosfereke gelekî cuda ya berxwedanê afirî û derbên giran li dijmin hatin xistin. Em her tim deyndarê van hevalên xwe yên şehîd in û soz didin ku wan ku em ê îsal bikin sala serketinê.

'ŞERÊ MAN Û NEMANÊ'

Nabe ku em vê operasyonê weke êrişeke ku tenê li ser Zap û Avaşînê binirxînin. Ji xwe ev operasyon ne tenê li dijî me ye. Li dijî hemû hevrêyên me yên li zindanan bi rêbazên faşîzan êriş dikin. Li dijî gelê me yê welatparêz êrişên ji bo komkujiyê têne kirin. Zarokên gelê me têne qetilkirin, dayikên me bi erdê re têne kaşkirin. Ji ber vê yekê ev şer şerekî topyekûn e ku li dijî tevahiya Kurdan tê meşandin. Beriya her tiştî li dijî Rêberê me şerek tê kirin. Hevdîtina Rêberê me ya bi malbatê û parêzeran re bi hincetên cuda tê astengkirin. Hewl didin ku têkiliya wî bi temamiya cîhanê re qut bikin. Ev bi tena serê xwe tê wateya şerekî psîkolojîk, siyasî û îdeolojîk li ser Rêberê me. Yekane hêza ku niha li pêşiya wan dibe asteng ku nikaribin zerarê bidin Rêberê me, gerîla ye. Ji ber vê yekê ji Rêbertî re gotibûn 'Em ê destpêkê yên li derve biqedînin, piştre bi ser te ve bên'. Lewma pêvajoya heyî gelekî krîtîk e. ji her alî ve divê em baldar bin. Dixwazin dorê li qadên me hemûyan bigirin, piştre gerîla tune bikin û herî dawî jî êrişî Rêbertî bikin. Em ji ber vê yekê ji bo vî şerî dibêjin şerê man û nemanê.

'EM DIKARIN DIJMINÊ FAŞÎST LI SER VÊ XAKÊ BIŞIKÎNIN'

Ji bo şikandina êrişên vî dijminî divê em hesabê vî şerî bi demdirêjî bikin. Ev şer şerekî rojekê nîne, şerekî demdirêj e. Xeta nokerî û xiyanetê derfetên xwe hemû seferber kiriye û pêşî li Tirkan vekiriye ku êrişî Kurojahro bike. Lewma em ne tenê li dijî dijminekî, em li hemberî teknîka NATO'yê û xiyanetê şer dikin. Di şerê li Ûkraynayê de jî di nava mehekê de bajarek ser û bin kirin. Di nava hefteyekê de xwe gihandin paytexta Ûkraynayê. Lê belê dijmin li vê derê di şer de 26 roj in hînê nekariye bi pêş ve biçe. Ev yek encama berxwedan û rêbaza lêdanê ya hevalan e. Beriya her tiştî em hevalên li tunelên şer, ji ber tevlîbûn û rêbaza wan a lêdanê pîroz dikin. Her wiha tîmên bi tevger ên li qadê nehiştin ku dijmin xwe nêzî tunelên şer bikin û kedeke mezin dan. Îsal çalakiyên herî zêde encam jê hate bidestxistin çalakiyên tîmên me yên li qadê ne ku nehiştin dijmin hêzên xwe jî li qadê deyne. Em hemû hevalên ku cihê xwe di nava van tîman de digirin ji ber çalakiyên wan ên serketî pîroz dikin, silav dikin.

Divê em îsal teqez bikin sala serketinê. AKP jî vî şerî weke şerê man û nemanê dinirxîne. Rayedarên dewleta Tirk di her daxuyaniyê de dibêjin, 'nabe ku em paşve gavê biavêjin'. Ji xwe eger serketî bûna wê bigotina 'em bi pêş ve diçin'. Ev daxuyanî jî nîşan dide ku çiqasî tengav bûne. Lewma eger heval hemû hunera xwe, branşên xwe li her derê bi rengekî serketî û hesas bi kar bînin, em ê karibin dijminê faşîst li vê xakê bişikînin. Divê em welê li wan bikin ku nikaribin gavekê biavêjin û derseke dîrokî bidin. Divê em operasyona 'kîlît' a ku wan destpê kirine bikin kilîda ku deriyên Îmraliyê veke.

Divê heval xwe biparêzin û nekin hedefa teknîkê. Divê em hem li dijmin bixin hem jî xwe biparêzin. Eger nizanibin ku gerîla li ku derê û kengî lê bide, hingî wê bikevin psîkolojiya parastinê. Heta ku însiyatîf di destê me de be, wê dijmin nizanibe ku li ku derê sîleyê bixwe û timî di parastinê de be. Yên ku timî di psîkolojiya parastinê de ne, mehkûmî têkçûnê ne. Dibe ku balafir, keşf, obus, topên dijmin hebin, ev ji bo me tiştekî nû nîne û me ji hemûyan re çare dîtine. Li hemberî tunelên şer teqemeniyan bi kar tînin, çekên kîmyewî bi kar tînin. Ev rêbaz berê jî bi kar anî bûn. Me ji van êrişan tecrûbe derxistin. Ji ber vê yekê astengiyek li pêşiya me nîne. Lewma em zanin ku heval wê hîn bi profesyonel û bi tedbîr tevlî şerê îsal bibin. 26 rojên me li pey xwe hişt ev yek ispat kiriye. berxwedana tîmên bi tevger ên li qadê û berxwedana li tunelên şer, ruhê êrişê yê hevalan û hêzên me hemûyan silav dikim, serketinê ji wan re dixwazim."