Fermandar Suwar Minbic: Em herêma xwe bi dest Tirkan ve bernadin

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mazlûm Suwar Minbic: Em van herêman ku me bi xwîna şehîdên xwe azad kiriye bi dest Tirkan ve û çeteyên wan DAIŞ'ê ve bernadin.

Ji Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mazlûm Suwar Minbic, êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê ya duh li dijî gundên Minbicê kir, ji ANF'ê re nirxand.

Suwar Minbic da xuyakirin, ku leşkerên Tirk û çeteyên wê duh êrîş birine ser qadên wan ku wan bi xwîna xwe ew der azad kirine û got, êrîşên bi mebesta dagirkirinê îro jî berdewam dikin.

Minbic got: "Em vê herêmê ne bi dest Tirkan ve û ne jî dest bi çeteyên wan DAIŞ’ê ve berdidin. Heta ku yek ji me sax be em van herêman bernadin."

Minbic diyar kir, artêşa Tirk bi çekên giran û balafirên şer êrîş kiriye û got, "Di encama bersiva şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ji artêşa Tirk û çeteyên wan kuştî û birîndar çêbûn. Piştî ku derb xwarin, vekişiyan. Me dest danîn ser cebilxaneyên wan. Tankek wan jî ket destê hevalên me."

Fermandarê Mazlûm Suwar Minbic da xuyakirin, ku artêşa Tirk niha jî bi obus û hawanan êrîş dike û anî ziman, van êrîşan zerar dane sivîlan û ji sivîlan birîndar hene.