Ferît Şenyaşar: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin – II

Ferît Şenyaşar ê ku xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz bavê wî û du birayê wî qetil kiribûn, got “Em li ser biryara xwe ne, em ê edaletê pêk bînin û heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Parêzvan û xizmên Endamê Desteya Rêvebir a Navendî û parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ji malbata Şenyaşar 3 kes kuştibûn. Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar jî 101 roj in didome. Ji roja ku dozgerê Dadgeha Cezayê Giran a 3’emîn a Meletiyê mutalaaya xwe da û vir ve berê li pêşiya Serokatiya Bajêr a AKP’ê û piştre jî li pêşiya Dadgeha Rihayê dest bi nobeta edaletê kirin. Ferît Şenyaşar tevî dayika xwe Emîne Şenyaşar 101 roj in li edaletê digerin. Di vî 101 rojan de gelek caran hatin destgîrkirin û êşkence li wan hate kirin. Çend caran Ferît Şenyaşar û dayika wî rakirin nexweşxaneyê. Dayika wan Şenyaşar ji girî û stresê dike ji çavê xwe bibe û diyar dike heta edalet pêk were, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Ferît Şenyaşar qala sedema nobeta edaletê û tiştên di nobeta edaletê de hatine serê wan kir û bal kişand ser vî tiştî ku bi saya serdanan ew li ser pêyan in. Ferît Şenyaşar diyar kir ku li pêş çavê hemû kesan bavê wî û du birayên wî hatin kuştin, hemû rayedarên dewletê bi vî tiştî dizanin û kujeran vedişêrin.

‘BAVÊ MIN LI PÊŞ ÇAVÊ DÊYA MIN HATE KUŞTIN’

Ferît Şenyaşar diyar kir ew 3 sal in ji bo edaletê têdikoşin û got “Îro jî em li pêşiya dadgeha Rihayê têkoşîna xwe didomînin. Tekane sedema ku em li vir in bêedaletî ye. Ji ber ku li holê qetlîam û sûcek heye. Lê tu muxatabên me tune. Birayê min û bavê min li Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê li pêş kamerayên ewlekariyê hatin kuştin. Bavê min li pêş çavê dêya min hate kuştin. Di bedena birayekî min de şûna 17 guleyan di bedena yê din de jî 20 gule hebûn.Ev êriş di nexweşxaneyê de hate kirin. Ligel vî tiştî jî ev tişt di dosyeyê de cih nagire.”

‘KUJER LI PÊŞ ÇAVÊ ME DIGERIN’

Ferît Şenyaşar diyar kir tişta ji mirinê xerabtir ev e ku kesên ev qetlîam kirine li Sirûc û Rihayê li pêş çavê wan ji xwe re digerin û got “Ji ber ku me debar nekir em ji Sirûcê derketin. Ligel ku temenê dêya min ser 65 salan ketiye, her roj tê pêşiya Dadgeha Rihayê û em têkoşîna xwe ya edaletê didomînin. Em li vê derê nobeta xwe ya heq didomînin. Bihistyariyeke mezin çêbû. Her kes dozê dişopîne lê di warê hiqûqî de tu pêşketin tune.”

‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN’

Ferît Şenyaşar diyar kir li holê bêedaletiyeke mezin heye û got “Em vê bêedaletiyê dijîn. Nedibû ku em li malê bûna. Ji ber wê jî me li pêşiya Dadgeha Rihayê dest bi berxwedanê kir. Ez bawer im bi hevgirtinê em ê karibin vê edaletê bi cih bînin. Ji ber ku ev ne çalakiya rûniştinê ye, di heman demê de têkoşîna edaletê ye. Di 40 rojên pêşîn de polîsan her tim zext li me dikirin. Em gelek caran hatin destgîrkirin, em xistin nezaretê, li me dan û em nexweş ketin. Kesên ji bo hevgirtinê hatin ba me jî ji aliyê polîsan hatin astengkirin. Xwestin di her alî de dengê me qut bikin. Hewl dan me ji pêşiya dadgehê dûr bixînin. Lê em li ser biryara xwe ne, em ê edaletê pêk bînin û heta dawiyê li ber xwe bidin.”