Fedîle Tok: Heta serketinê berxwedan!

Çalakiya greva birçîbûnê ya endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok, di roja 12’an de bi biryardarî didome. Tok got, heta ku tecrîd bê şkandin û şert û mercên azad ên Ocalan pêk bên, wê çalakiya xwe bidomîne.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok a ji bo şikandina tecrîda girankirî ya ku 20’ê Çileyê dabû destpêkirin, di roja 12’an de bi biryardarî didome.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fedîle Tok a di grevê de çîrok û serpêhatiya xwe ya dûr û dirêj a ji berxwedan û tijî kedê ji ANF’ê re vegot.

Destpêkê hûn dikarin xwe bi me bidin naskirin?

Navê min Fedîle Tok e. Ez sala 1979’an li Gundê Mijîn ê girêdayî navçeya Qilaban a ser bi Şirnexê ve hatime dinê. Weke her malbatekê jiyana me ya li gund li ser sewalkarî û çandiniyê derbas dibû. Bi hatina Tevgera Azadiyê ya li herêmê re, hem weke malbat û hem jî weke gund xwedîderketinek mezin li gerîlayan hate kirin. Li ser vê yekê jî zextên yek car mezin li ser gundiyan pêk hatin. Dewleta Tirk a faşîst a ku ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê biqedîne, herêm ji welatiyan vala kirin û dest bi şewitandina gundan kir. Herêma Geliyê Goyann jî para xwe ji vê polîtîkayê girt û sala 1994’an Geliyê Goyan hate valakirin û bi dehan gund hatin şewitandin. Piştî sala 1994’an gundê me hate şewitandin, em koçberî herêma Bihêrê û pê re derbasî Şêraniş bûn.

‘KAR DESTPÊKÊ ZÊDETIR BI HESTÊ NETEWEYÎ BÛN’

Li vir hê zêdetir li ser hestê neteweyî û Kurdbûnê têkoşîn hate kirin. Li vê herêmê ji ber alozî û gefên bomberdûmanê yên balafirên şer ên Tirk em neçar man carekî din koçî Bêrsîvê û ji wir jî derbasî Etrûş û Geliyê Qiyametê bibin.

Li Wargeha Etrûşê, êdî sazûmanî û saziyên niha li nava wargeha me hatin avakirin bingehê wê tev li wargeha Etrûş hatin avêtin û cara yekem jî min li vir dest bi xebatê kir. Yek ji saziya li vir hate avakirin saziya jinê ya bi navê Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan (YAJK) bû. Li vir destpêkê weke xebatkareke komîteyên semtan min xebatên YAJK’ê bi rê ve birin. Nexasim piştî şehîdbûna hevrê Jiyan û şûnde, êdî bi awayekî aktîftir dest bi kar kir û fermî ketim nava xebatên jinê. Destpêkê tevlîbûna me ya kar, ne li ser bingeha zanistî bû ku em ê bikarin di vî warî de xebatên baş bikin, tenê li ser warê hestiyarî û neteweyî zêdetir pêş ket. Li gorî perspektîf û karên ku heval bidin pêşiya me, em di nava gel de rêxistinkirina gel xurt û bi taybet jinê perwerde bikin de bû.

Xebatên we yên nava penaberiyê çawa bûn?

‘LI SER PERSPEKTÎFÊN RÊBERTÎ Û XETA JINÊ GEL HATE RÊXISTINKIRIN’

Bi demê re hûr û kûrbûna li ser perspektîfên Rêber APO û bi wê ve girêdayî perstpektîfên tevgera jinê û bi kongreya YAJK’ê re hê zêdetir em bi zanistî tevlî kar bûn. Di pêşketin û xeta xebatê ya li nava civakê de bi hevrê Şehîd Jiyan pêş ket. Ev ji bo me bû îlham û zanist ku em bikarin baştir kar bikin. Demeke dirêj li ser vî bingehî ji bo rêxistinkirina civakê û di şert û mercên giran ên koçberiyê de karê gel sivik bikin û hewl bidin li gorî doza pey ketî rêya koçberiyê bimeşe. Ji ber vê demê hem ji aliyê dewleta Tirk û hem jî ji aliyê hêzên Kurd ên herêmî, nexasim PDK’ê ve zexteke mezin li ser gelê me dihate kirin. Ji bo em bikarin weke aliyê rêxistinkirî û bi erk rabibûn, diviyabû di her warî de em xwedî li wargehê derkevin û bikarin wan biparêzin. Li ser vî esasî ji ber zextên giran, topbaran û talana li ser gel, em neçar man ku berê xwe bidin sînorê Iraqê. 

‘JI HER ALÎ VE GEL Û BITAYBET JIN BIRÊXISTINKIRIN BÛ’

Em li herêma Nînova ya Iraqê bi cih bûn. Li vir jî kar û xebatên me yên rêxistinkirina gel, perwerdekirin û di warê bîrdozî de xurtkirina gel bû. Gel ji bo her mercên jiyanî û êrîşên li ser bê kirin xweragir û amadekirin bû. Li hemberî her cûre polîtîkayên jihevxistin û siyaseta helandinê ya ji Tevgera Azadiyê dûrkirin xebatkî yekcar ê bi domdirêjî û bê rawestan dihate kirin. Ji ber ku wê demê polîtîkayên helandin û jihevxistina gel hebû ku bikişîne aliyê xwe. Lê ya ku jibîr kiribûn ew bû ku; em gelekî li pey doz û kerametekê ketibûn rêya azadiyê, em ne koçberê birsî û tazî bûn; em penaberên siyasî û birêxistinkirîbûn. Her wiha bi serdan û civînên nava gel, hêvî û baweriya gel a bi têkoşînê xurtkirin û dîsa xweparastina ji her cûre êrîş û polîtîkayên qirker ên helandin û bijavtinê bûn. 

‘ARMANC Û FELSEFEYA RÊBER APO BIKIN JIYANÎ’

Raman û felsefeya Rêber APO bi rêya civîn û kombûnan li gel dida guhdarkirin û li ser wê jî gel bikare çawa xwe bi rêxistin bike dibûn rênîşan. Dîsa armanc û felsefeya Rêber Apo bikarin di warê jiyanî de jî bikin parçeyek ya karê xwe û li ser wê meşînbû. Dîsa bi van kombûn û çalakiyên nava gel û bi taybet di nava jinan de hewldanên ku kesên nû tevlî xebatê bikin û li ser esasê perwerdekirin û xwerêxistinkirina aliyê jinê hê zêdetir pêş bixin.

Zor û zehmetiyên di nava kar de derdiketin pêşiya we çi bûn?

‘BI TÊKOŞÎNEKE MEZIN ME KARÎ WEK JIN KAR BIKIN’

Di pêvajoyekî wiha de ji bo jinekê xwe tevlîkirina kar heta em bêjin zor û zehmet bû. Hişmendiya serwer a baviksalarî ya berî 5 hezar sal bigirin dest, hebû û rê nedida ku jin bikare bi awayekî azad xwe tevlî kar bike û ji bo civaka xwe kar bide kirin. Li gel vê qalibên doxmatîk ên olî yên civaka me dîsa hebûn. Ev hemû mîna keleman rêgirî bûn. Wek kesayet berxewdaneke mezin hate kirin ku heta me karî tevlî kar bibin û kar bidin kirin. Em jin di aliyê xwebawerbûn û soza ku em kar ji bo gel û civaka xwe bikin heta dawî li pêş bû û ev dihêla hê zêdetir em girêdayî kar bin û ji gotinên tên kirin bandor nebin û kar bidomînin. Nimûne ya vê ya herî hêsanî gotinên ku ji bo bavê min dihatin kirin digotin; ‘Çawa dibe keça te kar bike û mil bi milê xortan bikeve nava kar.’ Li hemberî vê bi zimanekî qenc û bikare fêm bike min li bav û malbata xwe da îzahkirin û çawa îro eger keça te ji bo gel xizmetê bike û kedek mezin dike divê weke bav û malbat hûn pê serbilind bin, ne ku pê biêşin. Herî dawî li ser nîqaş û nirxandinê min, bavê min jî êdî rêz ji karê min re girt û dema di pratîkê de karê min dît, piştgirî da min.

‘TI DEMÊ DI KAR DE EM DUDILÎ NEBÛN’

Li ser bingehekî wiha min dest bi meşa xwe ya dûr û dirêj a kar û xebatê ya gelê xwe kir. Li her warê ku em lê bûn xebata me li gorî, şert û mercên jiyan û îdolojiya rêxitinê kar kir û hewl da gel perwerde bikin û biparêzin bû. Dîsa jî ti demê du dilî dikar, rêxistin, bawerî û tevgera xwe de nekir. Li kû dibe bila bibe, parçeyek naylon jî hebe me vedaye û karê xwe bê rawestan kiriye.

Xebatên jinê li Mexmûrê di çi astê de hatin kirin, çawa bi pêş ket?

‘PEYAMA RÊBER APO BÛ ÎLHAMA XURTKIRINA ME’

Mexmûr li gorî cihên din cihekî pir cuda ye, di warê erdnîgarî, avhewa û jiyanî de xwedî taybetmendiyên fetisîn û mirinê bû. Ji ber ku armanca me, doza em pê hatibûn diyar bû, ji bo nasname û hebûna xwe têkoşîn dikir, ev hêla em xwe li ser lingan bigirin. Li her cihê lê bi cih bûn me karî xwe birêxistin bike û jiyanê ji her şertî bidin avakirin. Ji ber ku hêviyê vî gelî bilind bû ev dabû ber çavê xwe loma bi ser ket. Ji bo wê ev wargeh bû cihê esasî bû eniyeke şer û berxwedanê ya gelê me.

Li mexmûrê bi demê re derfet çêbûn. Cara yekem bû ku Rêber APO bi rêya telefonê bi gelê wargehê re axivî û diyar kir û got, ‘Gelê wargehê, gelê min, zarokên Mexmûr zarokên min in. Divê wir bibe eniyeke berxwedanê ya mezin..’ Ev jî hêla ku hê zêdetir têkoşîna di warê jiyanê de jin bigire ser milê xwe bû. Her wiha hêzeke zêde ya têkoşînkirinê da avakirin. 

‘AKADEMIYIYA JINÊ, SAZÎ Û PERWERDEHÎ XURT BÛ’

Li nava wargehê êdî xebat û saziyên jinan ên hê zêdetir xebatê bide kirin ava kir û bi taybet di warê perwerdehiyê de karên mezin hatin kirin. Perwerde, akademî û saziyên cuda yên jinan ên di bin sîwana Meclîsa Îştarê de hatin avakirin. Di vê mijarê de li ser girîngî û nirxdayîna Rêber APO ya jinê bûn waneyên esasî yên perwerde û rêxistinkirina jinê. Li vir sazûmanî hê baştir rûniştin û kar bikêrtir hatin kirin. Di vî warî de erkekî mezin dikeve ser milê jinan ên ji aliyê herî mexdûr û êşayî jine, diviya bû jin hê zêdetir bi erkê xwe rabe û kar bide kirin.

‘RASTIYA CEWHERÊ JINÊ, XETA JINÊ Û PÊŞENGTIYA WÊ DERKET HOLÊ’

Hemû hewldana me ew bû ku ew cewherê jinê yê xêr û bereketê, dîsa xuliqandin û dikare di her warê jiyan û qadên siyasî de nekêmî mêr e û kar dikare bi serketî bike derxistin bû. Jin dikare pêşengiya têkoşîn û civakê bike. Serkêşiya aştiyê bike. Perwerdekirina jinê û rastiya jinê hê zêdetir li Mexmûr bi perwerdeyên Akademiya Şehîd Jiyan dîsa civînê komîn û Wexfa Jinê ya Mexmûr a di bin sêwana Meclîsa Îştar de hate kirin. Li di van dewreyên perwerdê de hê zêdetir xeta îdeolojîk a jin û rastiya felsefeya Rêber APO ya ji bo jinê bûn bingeh. Bi vê re eleqeya jinê ji bo kar jî zêde bû. Ev hêla ku jin hê zêdetir xwe nas bike. Di warê sîstematîk de werzên havînê perwerde hatin dayîn. 

Li ser çi bingehî hûn tevlî çalakiyê greva birçîbûnê bû, armanca we çiye?

‘ÊDÎ NE PÊKANE GEL BI VÊ POLÎTÎKAYÊ BIXAPE’

Ev 20 sal in Rêber APO li Girava Îmraliyê ye û kêm jî be car bi car malbat û parêzer dikarî hevdîtinê pêk bîne. Lê bi taybet bi demê re ev tecrîd û sîstema îzalasyonê girantirbûye û kiriye ku bi ti awayî em ne diwarê tenduristî û ne jî di warê ewlehiyê de agahiyê bigirin. Ev bû 3 sal e tecrîdekî pir giran a ku dixwazin girêdana gel û Rêber APO ji hev bikin heye. Di kesayetiya Rêber APO de xwestiye gelê Kurd tine bike û ji hev bixe. Bi ya wan ger Rêbertî tinê bihêlin, wê gel bê rêxistin bimîne, wê belav bibe û dev jî azadiya xwe berde û biçe. Ji mêj ve raman û felsefeya Rêber APO li nava gel hatibû belavkirin û gel bi vê hatibû rêxistinkirin, êdî ne pêkan bû gel bi vê bixape.

‘HEVDÎTIN TÊRÊ NAKE, TECRÎD DIBÊ BIDAWÎ BIBE’

Rast e hevdîtinek herî dawî hate kirin, lê em bi vê bawer nabin û hê jî tecrîd dewam dike. Ji bo vê diviya bû weke gelê Kurd hê zûtir dest bi çalakiyê bikira. Ev çalakî bi pêşengtiya hevrê Leyla Guven hate destpêkirin û bi rêzê ve li zindanan, li Hewlêrê û dîsa li derveyî welat hatin destpêkirin û deng dan dengê Leylayê. Em jî li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji bo deng bidin dengê Leyla û berxwedêrên zindanê min 20’ê Çile biryar da ku bikevim greva birçîbûnê ya bêdawî û bê dorveger. Divê hê zêdetir jin xwedî li vê dozê û çalakiyan derkeve. Heta tecrîd bidawî bibe wê berxwedana me bidome û serketin ya me ye.”