'Ez ê heta hetayê di heman rêyê de bimeşim'

Mehmet Îldem piştî 30 salên girtîgehê hate berdan û li Mêrdînê ji aliyê neviyên xwe ve hate pêşwazîkirin. Îldemî got, "Ez ne poşman im, em ê heta hetayê di heman rêyê de bimeşin."

Mehmet Îldem di sala 1993'yan de li Edeneyê hate binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve bi hinceta "xerakirina yekîtî û aramiya dewletê" cezayê muebetê lê hatibû birîn.  Mehmet Îldem duh ji Girtîgeha Burhaniye ya Tîpa T ya Balikesîrê hate berdan. Îldem îro derbasî bajarê xwe Mêrdînê bû. Mehmet Îldem li balafirgehê ji aliyê neviyên xwe û malbata xwe ve hate pêşwazîkirin. Rêveberên, Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Girtî û Malbatên Girtiyan (TUHAYDER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî beşdarî merasîma pêşwazîkirina Mehmet Îldemî bûn.

'JI BO AZADIYA GELÊ KURD...'

Girseya ku li balafirgehê ji bo pêşwazîkirinê li hev kom bû, bi çepik û kulîlkan Mehmet Îldem pêşwazî kir. Jinan govend gerand û desmalên rengîn hejandin. Îldemî yek bi yek silav da kesên ku ew li balafirgehê pêşwazî kirin. Îldem bi kelecana dîtina neviyên xwe xemgîn bû û hêsir ji çavên wî bariyan. Neviyên wî, li balafirgehê tizbîyêk diyarî bapîrê xwe kirin.

Îldem di pêşwazîkirinê de axivî û diyar kir ku ew zêdeyî 30 salan e di girtîgehê de ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: ‘’Lê belê ji bo azadiya gelê Kurd ev jî kêm e. Em çend di girtîgehê de jî bin ji bo me ne pirsgirêk û zehmet e.  Her çawa jî be em dê ji girtîgehê derkevin... Bi saya îradeya mirovî ev yek ne zehmet e. Ji ber vê yekê ez ne poşman im. Em dê heta hetayê di heman rêyê de bimeşin.’’ 

Mehmet Îldem piştre li gel kesên ku ji bo pêşwazîkirina wî kom bûbûn,  derbasî gundê Alucaya girêdayî navçeya Rişmilê ya herêma Omeriyayê bû. Îldem li gundê xwe jî ji aliyê malbat û gundiyên xwe ve hate pêşwazîkirin.