'Ez ê canê xwe fedayî Kurdistanê bikim'

Necmedîn Dogan (Rojhat), dema diya wî jê re got, "Çeka xwe deyne, li dibistana xwe vegere" ev bersiv da, "Mirov li ber xwe nede bêrûmetî ye, ez ê canê xwe fedayî Kurdistanê bikim". Dogan li Nisêbînê bi lehengî li ber xwe da.

Rojhat (Necmedîn Dogan) ku li berxwedana Nisêbînê ya ku bi mehan dom kirî, jiyana xwe dest da, piştî bi mehan malbata wî rahişte cenazeyê wî û ew li axê veşart. Dewletê bi mehan cenaze neda malbatê û nehişt ku konê taziyê jî were vedan. Rafîa Dogan, diya Rojjat behsa kurê xwe kir ku ew çendî fedakar, parvekirin û biryardar bû û di şertên herî dijwar de çawa li ber xwe dida.

'JI BO HEVALÊN XWE NÎŞANEYA FEDAKARIYÊ BÛ'

Rojhat 1998’an li Nisêbînê ji diya xwe dibe. Li gorî temenê xwe zarokekî giran bû, hemû tiştên wî di ber qencî û xweşikiyê de bûn. Dayika Rafîa dibêje, hevalên wî wiha ji min re digotin, "dayê, te zarokekî çawa gihandiye, pariyê di devê xwe de dide hevalên xwe" Rojhat bi demê re bi taybetmendiya xwe ya parveker û ji xwe bêhtir li hevalên xwe xwedî derdikeve, tên nasîn.

Li gel fedakarî, parvekarî û dilnizmbûna xwe her wiha li dibistanê jî serketî ye. Rojhat li Nisêbînê dest bi dibistanê dike û 2015’an ji Lîseya Nisêbînê mezûn dibe. Dayika Rafîa dibêje ji nav xwendekaran ê herî serketî bûye û mamosteyan gelek caran diyar kirine ku ew ji Rojhat pir razî ne.

LÎSTIKVANEKÎ SERKETÎ YÊ FUTBOLÊ

Rojhat tenê di dersên xwe de ne serketî bû lê her wiha di lîstika gogê de jî serketî bû. Rojhat ku tim di nav tîma gogê ya dibistanê de bû, di hevaltî û têkiliyên xwe yên jiyana giştî de bi fedakarî, kedkarî û giyanê xwe yê parveker re, kiriye ku di lîstikê de tîma wî jî bi ser bikeve û ji ber sedema risyta wî ya diyarker a di van lîstikan de, madalya jî danê.

Dayika Rafîa dibêje di odeya wî de ne tenê wêneyên wan lîstikvanan ku bi lîstika xwe derbasî dîroka gogê bûnê lê her wiha wêneyên lîstikvanên ku bi helwesta xwe civakîparêz û muxalîf bûne bi odeya xwe ve dikiri û wêneyên şehîdên Têkoşerên Azadiya Kurdistanê jî ku êdî ew jî bi pratîkê di nav de bû, bi odeya xwe ve daliqandine.

'NAÇE ZANÎNGEHÊ Û TEVLÎ NAV YPS’Ê DIBE'

Rojhat êdî li nav refên ciwanan ê têkoşîna azadiyê cihê xwe girtiye. Dayika Rafîa dibêje, Rojhat bi mehên zivistanê ê 2015’an re, berxwedana xwerêveberiyê ya Nisêbînê pir bandor li Rojhat kiriye û wiha dibêje, "Me ji Rojhat xwest ku biçe zanîngehê lê wî ev red kir. Got êdî ez ê di nav refên têkoşînê de bim." Dayika Rafîa dibêje Rojhat bi zivistana 2015’an re êdî tevlî nav refên YPS’ê dibe.

'ROJHAT DI BERXWEDANA 14 ROJAN DE BIRÎNDAR BÛ'

Rojhat meha Mijdarê tevlî YPS’ê dibe. Piştî ku tevlê dibe, 13’ê Mijdarê li Nisêbîn 'qedexeya derketina derve' ya 2. dest pê dike. Ev qedexe 14 rojan berdewam dike. Dayika Rafîa dibêje, Rojhat li eniya pêş a berxwedanê bû û di dema berxwedanê de birîndar bû. Dayika Rafîa dibêje, li gel ku birîndar jî bû ji taxê derneket, heta dawiyê bi biryardarî li ber xwe daye û xwedî baweriyeke qeyîm bûye.

'JI BO GELÊ XWE HETA DAWIYÊ EZ Ê LI BER XWE BIDIM'

Piştî qedexe û şerê 14 rojan dayika Rafîa li kurê xwe rast tê û ji kurê xwe re dibêje, "kurê min, tiştek bi te were dilê min ranagire" lê Rojhat wiha lê vedigerîne, "Di vê rêyê de em ê heta dawiyê li ber ber bidin, canekî min heye û ez ê wê jî fedayî Kurdistanê bikim. Ez nikarim wê bêrûmetiyê bikim û hevalên xwe bihêlim. Ji bo gelê xwe heta dawiyê ez ê li ber xwe bidim."

Dayika Rafîa dibêje, piştî vê êdî careke dî li kurê xwe rast nehatiye û dibêje, "piştî qedexeya 14 rojan, ablûkaya dewletê berdewam kir, min kurê xwe nema dît. Piştre êrîşa giran pêla qedexeyan dest pê kir. Piştî ku Adarê qedexe hate ragihandin em jî neçar man ku mala xwe derbikevin. Min careke dî Rojhat nedît."

'BI MEHAN, BI ZANEBÛN CENAZEYÊ KURÊ MIN NEDANE MIN'

Nisêbîn Adara 2016’an bi çek û hêza leşkerî ya ku di dîrokê de kêm dihate dîtin hate dorpêçkirin. Li dijî wan jî çengek endamên YPS’ê hebûn. Di dema berxwedanê de ku bi mehan dom kir, Rojhat lehengiyeke mezin dike û şehîd dibe. Dayika Rafîa dibêje Rojhat 7’ê Gulanê şehîd û 13’ê Gulanê ji televîzyonê hînî vê bûne. Piştî ku Rojhat şehîd dibe, dayika Rafîa ji vir diçe Rihayê, li vir mînaka DNA’yê jê tê standin, lê bi mehan cenazeyê kurê wê nadinê. Dayika Rafîa dibêje di vê navbeynê de ew li Rihê li morgan geriyaye, xwestiye ku cenazeyê kurê xwe bistîne lê her carê hêzên dewletê miemeleya barbaran pê kirine.

 'DI HER CENAZEYÊ DÎ LI RÛYÊ KURÊ XWE GERIYAM'

Dayika Rafîa dibêje, wê li gelek cenazeyan neriye û bi berdewamî: "Carinan li cenazeyên şewitî, carinan parçebûyî rast dihatim. Di her cenazeyî de li rûyê kurê xwe digeriyam, ev pir bi êş bû. Li gel ku rûyê kurê min dikarîbû were teşhîskirin jî dewleta Tirk bi mehan, bi zanebûn kurê min neda min. Bi mehan em li morgan gerandin û êşkence kirin. Em ê vê barbariyê ti caran ji bîr nekin."

'LI PEY WÊNEYÊ KURÊ MIN XWELÎ MABÛN'

Dayika Rafîa diyar dike, piştî qedexeyê ku neçar mabûn berdin, piştî ku vegeriyan çûye malê da ku wêneyê kurdê xwe Rojhat bistîne lê mala wan hatibûye xirakirin, şewistandin û dibêje, "Ji wêneyê kurê min xwelî mabûn."

'NEHIŞTIN KU EM KONÊ TAZIYÊ VEDIN'

Dayika Rafîa anî ziman, piştî 7 meh û nîvan cenazeyê Rojhat ketiye destê wan, piştî ku cenaze anîne Nisêbînê jî, hêzên dewletê nehiştine ku kesek têkeve goristanê û tenê malbatê kurê wê veşartiye. Êşeke dî jî ya ku li êşa dayika Rafîa zêde bûbû ew bû ku dewletê nehişt ku konê taziyê jî deyne. Dayika Rafîa dibêje, "Nehiştin ku taziyeya kurê xwe deynim û mirov werin êşa min par ve bikin. Midûrê Emniyetê got, 'ez nahêlim taziyeya terorîst were danîn' û nehişt ku em deynin." 

'TIŞTEKÎ KU EM WINDA BIKIN NÎN E, EM Ê LI BER XWE BIDIN'

Dayika Rafîa herî dawî wiha bang li Nisêbîniyan dike: "Li vir me zarokên xwe winda kirin, malên me hilweşandin, şewitandin, talan kirin. Goristanên me xira kirin,  nehiştin ku em taziyeya xwe jî deynin. Wê çiyê dî bikin? Wê bi çiyê dî bitirsînin? Ji berxwedanê pê ve ti rêyeke me ya dî nîn e. Gelê Nisêbînê divê bibe yek, divê gelê Nisêbînê li mîrata berxwedanê xwedî derbikeve. Min kurê xwe, malê xwe, canê xwe da, ji niha û pê ve çi berdêl hewce be ez ê bidim."