Exo: Êrişên dagirkeriyerê divê tavilê bêne rawestandin

Dr. Mechthild Exo ku yek ji endamên heyeta aştiyê ye, wiha got "Me li vê derê gelek astengî dît. Gelek endamên şandeyê ber bi welatê xwe ve hatin şandin. Nekarî bên Kurdistanê."

Dr. Mechthild Exo got, "Em hatine vê derê, ji ber ku şer giran bûye, dagirkeriya Tirkiyeyê belav bûye. Em dikarin bêjin ku ev êrişkarî, şer li dijî fikrê demokrasî, azadî, mafên jinan û ekolojiyê ye. Êrişa li vê derê ji êrişeke li ser Kurdistanê, gel û xwezaya Kurdistanê jî wêdetir, dagirkerî ye."

Dr. Mechthild Exo bi dewamî got, "Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo me jî rawestandina êrişa Tirkiyeyê gelekî girîng e ku li herêmê karibin bi tevgerên azadiya jinê û demokratîk re jiyaneke bi rûmet a hevpar û azad ava bikin. Ji ber vê yekê em bi biryardarî bi gelê Kurd re ne.

Li dijî qirikrina jinê em li Ewropayê, li welatên cuda têkoşînê dimeşînin. Ya ku li vê derê bi serê jinan ve tê gelekî xerabtir e. Kuştina jinan û polîtîkayên zextê yên li ser Kurdan û dagirkerî rewşa jinan girantir dike. Rewşa heyî gelekî metirsîdar e û gefê li jinê û civakê dixwe. Jin vê fêhm dikin û tevî ku êşên giran dikişînin di berxwedanê de bi biryar in. Zarokên xwe ji dest dane, dibînin ku xweza, warê wan, xaka wan tê tunekirin. bi hêz in, xwe perwerde dikin, dibin yek, hevdu birêxistin dikin û li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin.

Li vê derê me gelek astengî dît. Gelek ji endamên şandeyê ji welatên jê hatine, hatin şandin. Hinekan nekarîn xwe bigihînin Kurdistanê. Hevdîtina me bi komên cuda re asteng kirin. Naxwazin ku em li vir bin.

Ji vê jî xerabtir, destûrê didin kiryarên Tirkiyeyê. Destûrê didin ku Tirkiye baregehên leşkerî ava bike, bombeyan li mirovan bibarîne û bikuje, destûrê didin êrişên bi SÎHA'yan, birîna daran û şewitandina daristanan.

Her kesên ku em li vir bi wan re axivîn dibêjin ku divê Tirkiye Kurdistanê biterikîne. Divê destûrê nedin dagirkerî û bombardûmanê. Divê guh bidin gelê xwe. Tiştên niha diqewimin demokratîk nîne."