Ev 45 roj in ji 3 ciwanên ku li Sinê hatin binçavkirin agahî nîne

Li gundê Tewrîwer a Sinê rejîma Îranê beriya bi 45 rojan 3 ciwan binçav kirin, ti agahî ji ciwanan nîn e.

Li gundê Tewrîwer a eyaleta Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê beriya bi 45 rojan 3 ciwan hatin binçavkirin, heta niha ti agahî ji ciwanan nîn e.

Li gel hemû serlêdanên malbatê jî rayedarên rejîma Îranê li ser 3 ciwanên ku beriya bi 45 rojan hatibûn binçavkirin ti agahiyê nadin, nabêjin bê ka li kû têne girtin û bi çi îdîayê hatine binçavkirin.

Navê ciwanên ku 13’ê Mijdarê hatine binçavkirin wiha ne: Aram Elîrizayî, Behram Elîrizayî, Efet Hecî Ehmedî.

Gundê Tewrîwerê ku 45 kîlometreyî li rojavayê başûr ê Sinê ye bi nasnameya xwe ya welatparêz tê zanîn.