Eşkerenekirina kujeran rê li ber cînayetên nû vekir!

Salek ji ser şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukrî Serhed) ku bi destê MÎT’a Tirk li Silêmaniyê pêk hatibû re borî, lê hê jî kujer nehatine eşkerekirin. Eşkerenekirina kujeran rê li ber cînayetên din vekir.

Di 17’yê Îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa êrîşa endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û şehîd bûbû. Îro salek li ser wê qetlîamê re borî, lê hê jî hêzên ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê ne kujer diyar kirin û ne jî derbarê bûyerê de agahiyên zelal parve kiriye.

NEGIRTIN Û EŞKERENEKIRINA KUJERAN RÊ LI BER CÎNAYETÊN NÛ VEKIR

Ne eşkerekirina kujeran rê li ber cînayetên nû li Başûr vekir. Di nava van du salan de cînayetên nû li Başûrê Kurdistanê li deverên cihê pêk hatin.

Bi rêzê ve şeva 17’ê Gulana 2022’an welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê xwaringeha Denîz Mihemed Zekî Çelebî li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hate gulebarankirin, 18’ê Gulanê li nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû. Ji wê rojê heta îro jî derbarê vê bûyerê û dîsa kujeran de ti agahiyek nehate parvekirin.

KUJER REVIYAN HEWLÊRÊ

Her çiqas piştre li ser çapemeniyê wêneyên wan kesên kujer hatibin eşkerekirin û diyar bû ku çûne Hewlêrê jî ti agahiyek ne ji aliyên peywendîdar, ne hêzên ewlehiyê û ne jî ji hikûmetê nehate parvekirin.

BI RÊZÊ VE ÇELEBÎ, ŞEMAL Û DÊRHÎNÎ HATIN ŞEHÎDKIRIN

Xemsarî û hevkariya hinek aliyên berpirsên Başûrê Kurdistanê bû sedem ku MÎT û nokerên wan zêdetir li nava xaka Başûr cînayetên siyasî bidomînin. Di roja 28’ê Tebaxa 2022’an de Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Suheyl Xurşîd Ezîz bi nasnav Mamosta Şemal li bajaroka Kifrî ya parêzgeha Germiyanê, li ber deriyê mala xwe hate gulebarankirin û şehîd bû.

29’ê Tebaxa îsal li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) welatparêzek Kurd yê bi navê Ebûzêd Dêrhînê yê bavê 6 zarokan li ber derê mala xwe di encama êrîşa balafira bi çek û bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker de hate şehîdkirin.

Ji xwe berî wê 16’ê Îlona 2021’ê li Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondû ku ji Bakurê Kurdistanê ye hatibû hedefkirin û ji êrîşê bi giranî birîndarî filitîbû.

‘WÊ TOL BÊ HILANÎN’

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, têkildarî qetilkirina Yasîn Bûlût a ji aliyê dewleta Tirk ve daxuyaniyek da û got: “Bila bê zanîn ku di şexsê hevrê Şukru de wê tola hemû şehîdên şoreşê bê hildan, xwîna wan li erdê namîne.

Herî dawî hevalê me Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukru Serhat) ê ku ji roja destpêkirina têkoşînê heya nefesa xwe ya dawî ji xeta Apoyî derneketiye û bêyî rawestanê bizane hebûna xwe ji bo azadiya gelê Kurd feda kir û her kêliya xwe bi hewldanê derbas kirî, bi êrîşeke xayînane li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê hat şehîdkirin. Hevrêyê me Şukru yê xwedî kedên mezin e û nirxên mezin afirandî, di dilê gel de cihê ku heq kirî bi dest xistiye. Em hevalên wî yên têkoşînê, em ê mîrateya ku wî ji me re hiştî bi rûmeteke mezin heya bi serketinê bibin. Bila were zanîn ku di şexsê hevrê Şukru de wê tola hemû şehîdên me yên şoreşê were hildan û xwîna ku ji bo azadiya gelan rijandinî wê li erdê nemîne. Careke din em sersaxiyê di serî de ji malbata Bûlût, ji hemû gelê Kurd re dixwazin.”

ŞEHÎD ŞUKRÎ KÎ YE?

Yasîn Bûlût di sala 1957’an de li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk dibe, sal 1978’an tevgera PKK’ê nas dike û tevlî dibe. Di dema darbeya leşkerî ya 12’yê Îlona 1980’yan a li Tirkiyeyê de tê girtin û li zindana Amadê dimîne. Yasîn Bûlût li vir tevî pêşeng û kadroyên PKK’ê dijî pêkanînên hovane yên dewleta Tirk a dagirker, berxwedaneke dîrokî nîşan dide û serî natewîne. Di sala 1991’an de ji girtîgehê derdikeve û berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê. Yasîn Bûlût ev 15 sal bûn di nava Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê de kar dimeşand.