Eşkere kir ku polîsan ew revandiye, lê doz lê hate vekirin

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Hatîce Buşra Kûyûn ku ji aliyê polîsan ve hate revandin û gef lê hate xwarin, ji ber ku bûyer eşkere kir doz lê hate vekirin.

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê û Desteya Rêveberiya Ciwanan Hatîce Buşra Kûyûn di 4'ê Gulanê de li kolana Maraşê ya Wanê ji aliyê polîsan ve hatibû revandin û gef lê hatibû xwarin. Hatîce Buşra Kûyûn ji ber ku bûyer eşkere kir doz lê hate vekirin. Serdozgeriya Komarê ya wanê bi îdîaya "Bûye sedema kîn û dijminatî bikeve nava gel" gilînameyek li dijî Hatîce Buşra Kûyûn amade kir û gilîname ji aliyê 7'emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Wanê ve hate qebûlkirin.

'EM VÊ ZÎHNIYETÊ NAS DIKIN'

Kûyûn piştî bûyerê daxuyaniyek dabû û gotibû, "Em vê zîhniyetê ji salên 1990'î baş nas dikin. Ya ku hatiye guhertin tenê wesayitên Toros in. Ji wê demê heta niha li dijî gelê Kurd, li dijî ciwan û jinên Kurd operasyonên qirkirina siyasî û fîzîkî tên meşandin."

Di vê navberê de têkildarî kesên ku Hatîce Buşra Kûyûn revandin û gef lê xwarin, tiştek nehatiye kirin.