Eşkere bû ku tunelên AKP'ê yên li Miksê derew in

Felaketa aşûtê ya li navçeya Miksê ya Wanê qewimî, nîşan da ku propaganda AKP'ê ya ku digotin "Me li Miksê rê çêkirin, tunel çêkirin" ne rast e. Eşkere bû ku ya hatiye çêkirin tenê tunela ji 2 kîlometreyan a berfê ye.

Li Wanê salên dawî gelekî berf didê. Ji ber vê yekê jî aşût rû didin û hejmara mirovên ji ber vê yekê jî jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.

Hikumeta AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan 10 sal in di her hilbijartinê de dibêje ku wan "Li navçeya Miksê tunel çêkirine, rê çêkirin". Lê belê felaketa aşûtê ya ku li herêmê rû da bal kişand ser van tunelan. Tunelên ku di asta projeyê de weke 30-40 kîlometre hate amadekirin, piştre eşkere bû ku tenê tuneleke ji 2 kîlometreyî ya berfê ye.

Li navçeya Miksê doh felaketeke aşûtê rû da û 4 kes di binê berfê de man, jiyana xwe ji dest dna. Wesayitên ku ji bo rizgarkirina kesên di binê berfê de man çûn herêmê, ew jî di binê berfê de man. Hate îdîakirin ku di wesayitan de nêzî 25 kes hebûn. Serşêwirmenda Erdogan û Parlamentera berê ya Wanê Gulşen Orhan jî di binê berfê de ma û rakirin nexweşxaneyê. Hevşaredarê berê yê HDP'î Galîp Yakût jî di binê berfê de ma.

Tê gotin ku her karê li herêmê tê kirin dibe sedema rûdana aşûtê. Di navbera Qereqola Yûkari Narlica û herêm aşûtê lê rû da 5 kîlometre heye.

Ji bo zivistanê rê neyê girtin, hate îdîakirin ku Midûriyeta Herêma 11'an a Rêyên Bejahî bi karê xwe yê çêkirina tunela berfê ya beriya 4 salan re li Miksê ev pirsgirêk çareser kiriye.

Bi aşûta dawî re eşkere bû ku ev karê hatiye kirin ne rast e.

ABÛKAN: TUNELAN PIRSGIRÊK MEZINTIR KIRIN

Endamê Meclîsa Şaredariyê yê HDP'î Bişar Abûkan li ser mijarê agahî da û got, "Tunel kurt hatin çêkirin, lê belê li herêmên jêrîn nehatin çêkirin. Van tunelan 10 ji sedî yê pirsgirêkê jî çareser nekirin. Di navbera Şax û Miksê de ji sedî sed rîsk heye. Lê belê tunelên 10 ji sedî weke xizmeteke mezin hatin pêşkêşkirin. Tunelên prefabrîk li şûna çareserkirina pirsgirêkê, pirsgirêk girantir kir. Tunel destpêkê ji bo 30-40 kîlometreyî hate plankirin, lê piştre weke tuneleke ji 2 kîlometreyî ya berfê hate çêkirin."